02 november 2019

Misilman li her dera dinyayê dijminatiya me dikin





435 endamên Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê hene. Ji van dudu jinên musilman in. Yek, Îlhan Omer e, mahcireke somalî ye. Û ya din jî Raşîde Talîb e, ew jî mahcireke filistînî ye.


Îlhan Omera somalî neyara kurda ye û dosta Erdogan û Tirkiyê ye û di dengdana meclîsê da jî li dijî cezakirina Tirkiyê derketiye, raya na bi kar anîye.


Li gorî medyaya tirk nivîsîye Raşîde Talibê raya erê, lê Îlhan Omerê di dengdana 29ê cotmehê da li dijî mahkûmkirina Tirkiyê ya dagirkirina rojavayê Kurdistanê derketiye, yanî Erdogan, dagirkeriya Tirkiyê û qetlîama terorîstên îslamî li rojava dikin parastiye.

Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê, yasaya cezakirina Tirkiyê bi 403 rayên erê qebûl kir. Di nava 435 nûnerên meclîsê yên xiristiyan da du jinên musilman hene, ji van herdu jinan yekê, Îlhan Omerê, dagirkerî û terora Tirkiyê û Erdogan parastiye, piştgiriya kurdan nekiriye.

Di dengdana ji bo jenosîda êrmeniyan da Îlhan Omerê musilman Tirkiye parastiye û jenosîda êrmeniyan qebûl nekiriye.

Gava ez carnan li welatên misilman, misilmanên dinyayê rexne dikim, dibêjim dijminatiya me kurdan dikin, hinek kurd îtîraz dikin, dibêjin na, tu neheq î. 

Bala xwe bidinê Îlhan Omer ne tirk e, yeka somalî ye, lê ji ber ku musilman e, li dijî mahkûmkirina Tirkiyê derketiye, Tirkiye û Erdogan parastiye. 

Hewqasî sadiqî Erdogan e, li dijî biryara partiya xwe derketiye û dîktatorekî wek Erdogan parastiye, zulma li kurdan dibe parastiye, terora qatilên îslamî parastiye.

Sê hefte bi ser êrîşa Tirkiyê ya rojavayê Kurdistanê ketine, heta nuha yek weletekî musilman piştgiriya xwe nîşanî PYDê û kurdên rojava nedeya. 

Heta nuha yek musilmanekî bi nav û deng, yek erebekî negotiye ez destegê didim têkoşîna gelê kurd ya li hemberî dagirkeriyê. 

Lê li Ewrûpayê, li Amerîkayê û li hemû welatên xiristiyan bi kurdan ra destegek pir xurt heye.
  


Tu tiştekî me û somaliyan naçe ber hev, lê ji ber ku misilman in li dijî me ne û hevalên tirkan in. 

Bi riya mektebên Gulen somalî bûn merivên tirkan, êdî li her derê ew jî wek tirkan dijminatiya me dikin. 

Nuha têkiliya Tirkiyê û hukûmeta Somalîyayê jî baş e û tim li pişt Erdogan in. 

Îlhan Omer û Erdogan berê hev dîtine. Yanî Îlhan Omer bi qasî çeteyên Daîşê û tirkên îslamî meriva Erdogan û neyara kurdan ye. 





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE