11 november 2019

Ji nav hêzên rast û îslamî kesê serî natewîne dernakeve


Li Tirkiyê di van sê salên dawî da ji doza Fetulah Gulen û darbeya leşkerî bi hezaran kes hatin girtin.

Ji nava van îslamî û kemalîstan yek kesê wek Demirtaş û Ahmet Altan egîd, mêrxas derneket. Di serî da Nazli Iilicak, hemû teslîm bûn, yekî/yekê jî parastineke egîdane nekir.

Selahdîn Demirtaş jî, Ahmet Altan jî ne tirk û ne îslamî ne. S. Demirtaş kurd e, Ahmet Altan nîv kurd e, nîv boşnak e. Yanî ne ji alî dê û ne jî ji alî bavê ne tirk e.


Nizanim çimva ji nav rast û îslamîyên tirk kesên wêrek û mêr dernakevin. Yên li hemberî dewletê rabûne tim kurd û kesên çep in, lê ji nav rast û îslamiyan kes dernakevin. Bi piranî teslîm dibin.

Mesela yek kesê ji tevgera Fetulah Gulen parastineke baş kiribe, ya jî serê xwe netewandibe, teslîm nebûbe tuneye.

Ji berê da wiya ye, yên li ber xwe dane, yên teslîm nebûne tim kurd û hin kesên çep bûne.
Ev jî tiştekî balkêş e, ji nav rast û îslamiyan kesên cesûr dernayên.

XXX
Nizanim kîjan berpirsiyarê, kîjan dezgeha Amerîkayê gotiye di sedsala 21ê da ciyê qirkirinan, paqijkirina etnîkî û sûcên herbê tuneye. ”Amerîka li hemberî sûcên li Rojava dibe ewê bêdeng nemîne.”

Nizanim Fransayê, Almanyayê çi gotiye…

Vana hemû gotinên vala ne, Tirkiye li rojavavayê Kurdistanê her sûcî, her qetlê dike û vîdeoyên wan jî belav dikin.

Serê Kaniyê û Girê Sipî ji kurdan paqij kirin û li gorî hin xeberan gelek malbatên afganî, ozbek, uygur, tirkmen, qirgiz lê bi cî kirine.

Yanî tiştê Amerîka û nizim kîjan dewlet dibêje nabe, Tirkiye di piraktîkê da dike, dibe.

XXX
Genenarl Mazlûm Kobanî û heyeteke ENKSê îro hatine ba hev.
Gaveke pir baş e, pir lazim e.

Dibê PYD siyaseta xwe ya li hemberî ENKSê biguhere û ENKSe jî xwe ji Tikriyê û ji ereban dûr xe, zilamên Tirkiyê ji nava xwe paqij bike û ew ù PYD wek cepheyek netewî hereke bikin.

Hêvî dikim em xberên xweş bibihîzin.

Miletê me li rojava rû bi rûyê jenosîdeke mezin e, di demeke wiha da gerek kes û hêzên welatparêz, kurperwer yekîtiya xwe çê kin û welat û gelê xwe biparêzin.

Ev wacibê her hêza niştimanperwer e.

Bi hêviya bihîstina xeberek xweş.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE