19 april 2020

Ji her karî ra hostatî lazim e



Îro lawikê me yê biçûk Rojen jî bi me ra hat gerê, ciyê her roj em lê digerin me nîşanî wî da. 

Tim ji me dipirsî, digot hûn diherin li ku digerin. Min got, heyra ka îro bi me ra were, emê cî û warên em lê digerin nîşanî te bidin.

Camêr pêşniyara me qebûl kir û îro bi me ra hat û çend fotografên me girt. 


Hewqas sal in min belkî bi hezaran fotograf girtine, ez bawer nakim min tu carî fotografên hewasî xweş girtibin. Hostayî lazim e, risimgirtin jîsineteke. 



Min digot belkî ez jî hoste me, lê ne were ye, fotografên min li hemberî yên camêr  ne tu fotograf in.



Di gola me da qûz(kunduz, kûzeyê avî)hene. Zaliman li ku derê dareke mezin hebe, bela xwe tê didin û di nava çand rojan da dara destê meriv lê nayê hev, werdigerîne û dest bi yeka din dike.

Rojan fotografên du daran girtin, wek hûnê jî bibînin, darek li ber ketinê ye, lê hîn wernegerandiye. Lê xebîs ji çavnebarî dest bi yeka din kiriye. 

Ez dibêjim heqî wî kuştin e, qirra drana anî. Wê rojê dareke du carî li van daran wergerand nav golê







Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE