20 april 2020

Min îro şaireka hêja nas kir, ew jî qoserî derket !




Min vê sibehê şaireka hêja, Maral Xezal xatûna delal nas kir. Di facaebookê da em hevalên hev bûne, lê bala min nekişandibû.

Lê ew jî qoserî derket

Me silav da hev, çend gotin bi messingerê ji hev ra got. 

Kitêbeke wê ya şiîran heye. Navê kitêbê ”Keserên Dilmayî” ye. Di sala 2019a da ji alî weşanxaneya J&J hatiye weşandin.


Maral Xezal
Wek min got, Maral Xezal xanim jî Qoserî derket. Ji şansê min ra tu carî yek wêranşarî dernakeve. Belkî jî ez lê rast nêm. Di van 10-15 salên dawî da nivîskarên bi kurdî dinivîsin zêde bûne, ez zêde kesî nas nakim. Taqîbkirin pir zor e.

Nivîskar û şairên qoserî pir in, ez ji wan çend heban nas dikim. Lê heta nuha min nizanîbû ji Qoserê nivîskar û şairên jin jî hene. Bi naskirina Maral Xezal xanimê pir kêfxweş bûm. 

Min bala xwe hinekî da malpera wê ya facebookê û hin şiîrên wê xwendin. Bi hawa klasîk, bi wezn û kafîye dinivîse. Şiîrên wê xweş in.

Gava ez rastî nivîskar û şairên jin têm, gava dibînim jin bi kurdî dinivîsin pir dilşa dibim, wan pîroz dikim. 

Dixwazim nivîskar û şairên jin zêde bibin. Di edebiyata kurdî da hebûna jinan ez pir girîng dibînim û pir jî qedir û qîmerê didimê.

MOHRA DİL
Ji kerba te ez mam bê mal
Da ji bo te bibim bermal
Hestên qûdret rûkên cemal
Barê ser mil wer bi rê ke
Ji eşqa te dil pareye
Ne hewceyê meyxaneye
Ez im Saqî û naxmeye
Cezbê ji ser dil bi rê ke
Dîdem kûr û bê mecalin in
Lêvên şirîn zîz û lal in
Hêstir ji çavan dimalin
Kûl û keser wer bi rê ke
Gul hewceyê hatna te ye
Misk û ember xana te ye
MOHRA li dil şana te ye
Vê heybeyê wer bi rê ke...
Maral Xezal
20/04/2020
Qoser


2 kommentarer:

  1. Wek ku ev profîleke sexte ye apo! Bi min mêrek e ku bi vî navî dinivîse.

    SvaraRadera
    Svar
    1. Na, kitêba wê heye, fotografê wê heye. Di nivîsê da fotografê heye.

      Radera

PARVE BIKE