21 april 2020

Pênşem kînga tê...



Yekî gundî ji lawê xwe ra keçekê dixwaze. Lawik ji kêfê dilê xwe tu namîne bifire. Roj, hefte, meh derbas dibin lê dawet li dar nakve û bûkê nayê. Feqîro dixwaze rojekê berî rojekê dawetê li dar xin û bûkê bînin. Lê şerm dike ji dê û bavê xwe ra bibêje. Demek derbas dibe, rojekê birayê wî yê mezin jê ra dibêje:

-Mizgîniya min li te, bavo biryar da, roja Sêşemiyê em dawetê li dar dixin û pêncşemiyê jî bûkê tînin.

Ew roj jî yekşem bûye. Zava ji kêfa bi hewa dikeve, bi bêçiyên (tiliyên) xwe yên destan dest bi jimartina rojan dike, dibêje:

-Duşeeem, sêşeeem, çarşeeem, Pênşeeem! Tewww, tewww, pênşem kînga tê!

Kesê neyê
Yekî Ruhayî mir, yekî cahnimî bû, çû Cehnimê. Belengazo çer ket hundur zebaniyên li ber derî lê hatin hev û tep û rep lêxistin. Bi sîlan, bi pihînan, bi hurmizkan, bi daran baş dikutin, kirin term.
Feqîro jêvajorî lê daket, nizanîbû çi bibêje û çawa îfada xwe bide. Piştî ku lêxistinê hinekî lê sist dikin, bîna wî hat ber û bi dengekî melûl got:
-Heyran heger hûn li milet wiha bikin bi navê Xwedê dûra kesê nigê xwe jî navêje vir. Dibê hûn viya jî bizanibin.

Ev çawa dewlet e?
Rojekê xortekî xinisî lêdixe, diçe Anqerê ba hemşeriyê xwe, neviyê Şêx Seîd, Elî Riza Septîoglu efendî. Dixwaze Elî Riza efendî wî li hefsa Xinisê bike qerdiyan. Elî Eiza efendî jî wê demê wezîr e, bi destê xort digre, dibe ba Wezîrê Edaletê. Ji Wezîr ra dibêje:
-Ev xortê hemşeriyê min e û xortekî pir baş e. Ez dixwazim tu wî li Xinisê bikî qerdiyan.
Wezîrê Edaletê dibêje:
-Tahsîla wî çi ye?
Elî Riza efendî dibêje:
-Dibistana navîn(dibistana ortê) qedandiye.
Wezîrê Edaletê dibêje:
-Keko, ez li hember te mahcûb, ji bo ku bikanibe bibe qerdiyan dibê lîse qedandibe. Di vî warî da qanûn heye.
Elî Riza efendî bi hawakî matmayî dibêje:
-Lawo ev çi dewlet e, çi qanûn e ? Çima ez bi dîplomeya dibistana destpêkê dibim wezîr, lê ev xortê tu dibê şêr ewê bi dîplomeya dibistana navîn nikanibe bibe qerdiyan? Min bi xwe ji vê dewletê û ji qanûnên wê tiştek fahm nekir.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE