21 april 2020

Girîyê ji bo ker



Gundî bala xwe didinê melê gund li ber termê kerê xwe yê mirî rûniştîye û kûre kûra wî ye digrî. Jê ra gotin:

-Mele, malneket, jina te mir hêsir bi çavên te neket, lê ji bo mirina kerekî piştkurmî tu rûniştiyî û wek zarokan hêsiran dibarînî. Ma ev bi te dikeve?

Mele got:


-Dema jina min mir, we hemûyan ji min ra got, ”xwe zêde li ber nexe, emê yeka çêtir ji te ra bînin.” Ê de ka ji min ra bibêjin, heta nuha we kê ji min ra gotiye ”megrî”, emê kerekî baştir ji te ra bikirin?



Çi ji min ra…
Xwedê lawek da pîreka xulamê axê. Rabûn çûn xeber dan xulêm, gotin mizgîniya me li te, lewek ji pîreka te ra bû. Xulêm got:
-Heyran çi ji min ra, herin mizgîniyê bidin mala axê, çimkî xulamekî din ji wan ra hatiye dinê.

Kerê efendiyan
Du rêwî bi rê da rastî bîstanekî tên. Dikevin bîstên û zebeşekî li gor dilê xwe jêdikin. Gava zebeşê xwe hûr dikin, yek dibêje:
-Hinekî pê ve bihêle, bira xwediyê bîstên bibêje yên ketine bîstanê min efendî bûne.
Yê din ji kojandina qalikan pir hez dike, dibêje:
-Na welle were em baş bikojin, bira bibêje kerê van efendiyan jî hebûye.

Destûr
Xortê malê serê sibê zû rabû, kincên xwe li xwe kir, rextê xwe girê da, tivinga xwe avêt ji milê xwe da, li mehîna xwe siwar bû û tajiyê xwe jî da dû xwe, çû li ber paca bavê xwe sekinî, ban bavê xwe kir, got:
-Bavo, heger tu destûra min bidî ezê îro herim nêçîrê.
Bav keniya, got:
-Lawê min, te rextê xwe girê daye, tivinga xwe avîtiye ji milê xwe da, li mehîna xwe siwar bûyî û tajiyê xwe jî dayî dû xwe, de îcar ez destûrê bidim çi ye, nedim çi ye!

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE