21 april 2020

Kî ji bo serxwebûna Kurdistanê bixebete ew hêja ye



Bi milyonan kurd bûne tirk, ji tirkan ra xizmet û xulamiyê dikin, tirk bi viya pir kêfxweş in. 

Tirk ji wan ra nabêjin çima hûn bûne tirk, nabêjin em we qebûl nakin. Bi tirkbûna wan pir kêfxweş in, wan didin ser serê xwe, wan dikin berdevk û serokên xwe.

Lê hin kurdên totikvala malbat û kesên ji 77 bav û kalên xwe da şêx û malmezinên kurdan in, ji bo azadî û serxwebûna kurdan serî hildane, bi hezaran şehîd dane ji kurdayetiyê derdixin, dikin tirk.

Ez bi dora serê we û wî aqilê we yê netemam, kî çi dibe, ji kîjan miletî dibe ne muhîm e; ya muhîm xwe kurd qebûl bike û ji bo kurd û Kurdistanê bixebite.

Koka wî ji kîjan miletî ye, dînê wî çi ye îşê xwe jê neynin. Yê ji miletê te ra, ji welatê te ra xizmet kir ew ji te ye, wî bide ser serê xwe. Bira ji bo azadî û serxwebûna kurdan bixebite bira bi eslê xwe ne kurd be, bira ne ji dînê te û ne ji fikrê te be;
 jê hez bike, ji xwe bibîne.

XXX
Nîvhekîm meriv ji can, nîvmele meriv îmanê dike. Û siyasetmedarên nezan, ne kurd û Kurdistanî, ne netewî jî meriv dike pêkenînê xelkê û lîstoka destê neyaran.

Bi qasî ez dibînim û fahm dikim siyasetmedarên me tiştên baş û kêfa meriv bînin nakin.

Ji bo wê jî ked û xebata me wek Îbadeta Bersîs e, tim bi avê da dihere.

XXX
Li dinyayê her dewlet bi hemû îmkanên xwe li hemberî Vîrusa Koronayê micadele dike. Lê Tirkiye bênabên şere me dike, bi şev û roj başûr rojavayê Kurdistanê bombebaran û topbaran dikin.
Erdogan jî her roj di civînên çapemeniyê da jimarên kurdên kuştine dide medyayê.
Ji bo Erdogan û îslamîstên tirk kuştina kurdan ji micadela li hemberî Vîrusa Koronayê muhîmtir e.
Roja îslamîstên tirk xebera kuştina çend kurdan nebihîzin xewa wan nayê. Lema jî Erdogan jimara kurdên dikujin her roj update dike.

Em kurdên bakur gorbuhuştê Şamilê Selîm Eskerov, vî welatparêz, nivîsakar, zana û şairê mezin nas nakin, li ser xebatên wî, keda daye edebiyat û tarîxa kurdî zêde tiştekî nizanin.
Gava meriv nivîsên li ser Şamilê Selîm Eslerov dixwîne, meriv dibîne ku ew merivekî çiqasî zane, întellektuel û mezin bûye, dildarekî kurd û Kurdistanê û edebiyata kurdî bûye û ji bo gel û welatê xwe gelek berhemên nemir li pey xwe hîştine.
Di vê nivêsê da bi kurtî be jî ev kurdê mezin û hêja tê nasandin.
Şamilê Selîm Eskerov, bavê Eskerov Gajer e.
Ez vî zana û mezinê kurd bi hurmet bibîr tînim.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE