18 april 2020

Gerek milet êdî vê malwêraniyê qebûl neke



Ev çend roj in hêzên çekdar ên YNKê, PDKê û PKKê li başûrê Kurdistanê li herêma Zînî Wertê hatine hemberî hev, gefan li hev dixun. Hersê alî li dijî hev beyanan belav dikin, hevûdu bi hin sûcan îtham dikin.

Ez bi xwe nizanim mesele çi ye, çima wiha dikin…

Li alî din balafirên Tirkiyê jî her roj herêmê bombebaran dikin, gerîla, pêşmerge û gundiyan dikujin.

Kurd çi ji hev dixwazin, hêzên wan çima ne wek birayên hev, lê wek neyaran hatine hemberî hev meriv fahm nake.


Yê min bi xwe bi qasî misqalekî jî hêviya min ji van partiyan êdî nemaye, bi van partiyan û bi van serok û kadiran ne mimkûn e kurd ji vê kaosê xelas bibin. Ji zû da ye ez vê fikra xwe dubare dikim. 

Ev partî û kadroyên siyasî nikanin ji kurdan ra tu dewlet, mewletan çê kin.

Ji 1991ê vir da ye, ev 29 sal in li başûrê Kurdistanê kurd bûne wek dewleteke serbixwe, lê ji bo avakirina dewleteke netewî kevirek nedane ser kevirikî, her kes ji bo xwe, ji bo partiya xwe xebitîye û xwe û der û dora xwe zengîn kiriye. Perê petrol miletê kurd bera bêrîka xwe dane û piraniya wan bûne milyarder.

Bi qasî xuya dike siyasetmedar û serokên partiyên hene ji halê xwe razî ne, naxwazin dewleteke kurd çê bibe û ji bo wê jî bingehê dewleteke netewî navêjin. Ji dêlî avakarina bingeha dewleteke netewî, artêşeke netewî, partiyên xwe û malbatên xwe xurt, zengîn û çekdar kirine û dikin..

Ji zû da ye ez gihîştime wê baweriye heta ev serok û ev kadro li başûr, li ser hukim bin, heta ku ew mezin û rêberên kurdan bin, ne mimkûn e yekîtiye netewî çê bibe û kurd bibin xwedî dewlet. 

Heger ne piştgiriya Amerîka û hin dewletên ewrûpî be nuha ev îdare jî nema bû, Îraqê, Îranê û Tirkiyê ewê ev îdareya heyî jî hulşandibûna.
Hîn jî ev tahlûke heye. 

Sibe di nabêna PDKê, YNKê û PKKê da şer derkeve, îhtîmal heye tiştê nuha heye jî ji destê wan here.

Bi baweriya min yê heta nuha li başûr kurd li ser nigan hîştine Amerîka û piştgiriya hin dewletên ewrşpî ye, heger ne sersûyî û piştgiriya wan bûya ewê şerê hev bikirana û tiştê nuha heye jî wenda kiribûna.

Yên di 29 salan da artêşeke netewî, dem û dezgehên netewî ava nekin û hîn jî xwedî hêzên çekdar bin, ji nuha û pê da jî ji kurdan ra tu havilê nakin; ewê xerabtir bikin.

Ji bo xelasbûna ji van kes û partiyan tenê riyek heye, dibê gel serî hil de, îtîrazî vê malwêraniyê bike, dakeve kuçe û kolanan û guherandineke radîkal bixwaze, vê rewşa heyî, şiklê vê îdareya mewcûd ya herdu aliyan jî qebûl neke û dewleteke netewî, artêşeke netewî bixwaze, çekdarên partiyan qebûl neke. 

Heta gel bêdeng be li başûr rewş ewê tu carî baştir nebe û her ku here xerabtir bibe û di dawiyê da tiştê nuha heye jî wenda bikin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE