16 april 2020

Umrê leglegê derbas dibe bi leqeleqê


Jiyana me kurdên bêkes û bê desthilat dişibe jiyana leglegê. Umrê leglegê derbas dibe bi leqeleqê

Umrê me kurdên bi tenê, kurdên bê partî, bê hêzên çekdar jî derbas dibe bi leqeleqa vala, bi gazin û bi axaftinên bêtesîr.

Di medyaya sosyal da em çend kes in, her roj em ji vê partiyê û ji wê partiyê, ji vî serokî û ji wî serokî gazinan dikin, vî serokî û wî serokî rexne dikin. Dibêjin neyartiya hev nekin, yekîtiya xwe çê kin, nebin lîstikên dijmin.


Lê ne dengê me dihere partiyan û serokan û ne jî tesîreke gotin û rexneyên me heye.

Kes ji tvinga vala natirse. Serok zanin em nikanin tiştekî bi wan bikin, lema jî seriyek sîr jî di gotinên me nadin.

Her roj bi bi dewletên dijmin ra hol dibin, bi wan ra hezar dek û dolaban digerînin, kurdan difroşin dijim, lê em nikanin tiştekî jî bi wan bikin.

XXX
Tirk hatin ji çol û çolistanan, bûn xwediyên bax û bexçe û bîstanan, welatê me ji me stendin û em jî ji xwe ra kirin kole û êsîrên ber dîwaran.
Ez dibêjim halê me kurdan ev e. Ma ez neheq im? Ma rewşa me ne ev e?

XXX
Em miletekî pir bêşans û bextreş in. Kesên ne hêja ne bibin golikvan bûne serokên partiyan û bi qedere miletê kurd dilîzin. Em zanin ew qurişekî jî nakin, lê dîsa jî em nikanin tiştekî bikin, ew bi sîleh û em destvala ne.
Lê ev yek ewê wiha dom neke, xiyanet ewê ji wan ra nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE