Du babetên wêrekiyê/cesaretê hene: Yek wêrekiya zanyariyê ye,
meriv zana ye, lema jî wêreke, ya din jî wêrekiya cahiliyê ye, meriv nizane
cahil e, lema jî xwe lê diqelibîne, xwe tevî her titşî dike, tiliya xwe dixe
her qulikê.
Çavkaniya wêrekiya yekê zanîn e, ilim e, ya duduya jî cehalet e. Ji bo wê jî dibêjin merivê ”cahil cesûr” e.
Lê tiştê herî xweş û interesant yê zir cahil jî ji aqilê xwe razî ye, cahiliya xwe qebûl nake, çimkî her kes ji aqilê xwe razî ye.
Lê li alî din mîtroyeke meriv pê cahiliyê bipîve jî tuneye, kî cahil e, kî ne cahil e, tespîtkirina wê jî zor e.
Li gorî çi cahil e ew jî meseleyeke pir cidî ye.
Gelo şivanekî şivantiyê baş zane û ji înternetê fêm nake, nizane kompîtorê bi kar bîne, ji sînemayê, ji tiyatroyê fêm nake, haya wî ji edebiyata kurdî û dinyayê tuneye cahil e?
Merivê yekî wiha têxe kîjan katagoriyê, navekî çawa lê ke?
Meriv kane di vî warî da numûneyan zêde bike, lê ne hewce ye.
Ev paradokseke mezin e, meriv bi rehetî nikane bibêje ev cahil e, ev ne cahil e.
Feqet ev nayê maneya cahil û cahilî tuneye, herdu jî hene.
Li alî din dibê meriv nezaniyê û cahiliyê tevîhev neke, her nezan ne cahil e. Lê yekî zana kane cahil be.
Meriv kane hin tiştan nizanibe lêbelê merivekî kamil be.
Cihilî tiştekî din e, cilqî ye, xwenezanî ye, zirzopîye.
Li gorî gelek xortan ez nezan im. Çimkî ez bi qasî wan ji teknîka îro, ji cîhana dîjîtal fahm nakim.
Ez rindikî nikanim telefona dest bi kar bînim. Ez nizanim vîdeoyekê çê kim, gava di kompîtora min da gelşek derdikve ne lawikê min û hin heval bin, ezê perîşan bibim û nikanibim nivîsên xwe jî belav bikim.
Di cîhana medyay sosyal da tiştên wiha hene, bira bikaranîna wan li wir bimîne, ez navên wan nizanim.
Ev ne cahilî ye, nezanîya hin tiştan e.
Feqet nezanî jî, cahilî jî hinekî îzafî ye.
Lê hin însan viya qebûl nakin, nezan nezaniya xwe, cahil
cahiliya xwe her tim qebûl nake. Carnan hay jê tuneye.
Zana û cahilên her serdemê, yên her miletî, yên her welatî hene. Lê li welatên paşdamayî zana hindik in û cahil pir in.
Û gelekê caran cahil dibin serdest û hukimdar jî. Îro li Tirkiyê koma nezan û cahilan hukim girtiye destê xwe û dixwaze bi darê zorê civatê jî bike wek xwe.
Ewrûpî tim ji tirkan zanetir bûne. Îro jî wiha ye. Ewrûpî ji tirkan pêşdatir û zanetir in.
Lê belê ferqa nabêna tirkan û ewrûpiyan ne zanîn tenê ye. Zana û alimên Rojavayî, fîlozof û edîbên wan, dîndarên wan ne tenê ji yên tirkan zanetir in, di eynî wextê da ew zanînê, fikir jî dixuliqînin.
Yanî alim û întellektuelên ewrûpî him
zane ne û him jî tiştekî li civatê zêde dikin.
Ev yek li ba tirkan tuneye, tirk nikanin tiştekî bixuliqînin.
Meraqê ew birin asîmanan û sitêrkan, ew daxistin binê bahran.
Xuliqandin, îcad, keşifkirin li ba tirka tuneye, ew ya fêr dibin, ezber dikin, ya jî kopye dikin.
Piraniya dîplomayên profesor û alimên tirkan sexte ye, kopye ye, bi hîle û sextekariyê bûne xwedî dîplome. Nezan in.
Sîstema perwerdê ya tirk li ser asasê topkirina, kopîkirina zanînê ava bûye, di zanîngehên Tirkiyê da zanîn nayê xuliqandin. Meriv dixwîne, fêr dibe, ezber û kopî dike, hewqas.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar