15 april 2020

Cimata Facebookê û Twîtterê


Hin kes ji cimat û şêwrên Facebookê hez dikin, loma jî  her roj li wir in. Hin kes jê hez nakin û lema jî riya xwe bi Facebookê naxin, tevî şêwr û mişêwrên wê nabin. Ya jî pir kêm tên cimata wê.

Hin kes jî ji cimata Twîtterê hez dikin, lema jî sohbet û şêwra wan tim li wir e. Oda wan li wir tu carî vala namîne, cimata wan tim geş e.

Twîtter bi meriv ji Facebookê moderntir, populertir, cazîbtir tê, bêtir ciyê sohbet û minaqaşê ye; bi kêmanî wer xuya dike. Fena însan bi hev ra sohbet bikin, pirsan ji hev bikin.
Twîtter li gorî Facebookê zêdetir bûye platformeke siyasî, li wir mijar pirtir siyaset e.


Berê min ji Twîtterê hez ne dikir, meydana wê ji min ra biçûk û teng dihat. Ji bo wê jî ez çend salan piştî Facebookê çûm cimata Twîtterê.

Lê nuha ez tu ferq û cudahiyê naxim nava wan, ez her roj herduyan jî bi kar tînim.

Lê ji bo ku di Twîtterê da meriv kane tenê 280 herfan binivîse, yanî dibê twîttameriv ji 280 herfan ne zêdetir be, ez nivîsên xwe yên dirêj di Facebookê da û yên kin jî di Twîtterê da belav dikim.

Mala herduyan jî ava be, kê ew çêkirine yekê yekê wan bi hezar be, ez ji herduyan jî feydeyeke mezin dibînim.

XXX
Em miletekî pir bêşans û bextreş in. Kesên ne hêja ne bibin golikvan bûne serokên partiyan û bi qedere miletê kurd dilîzin. Em zanin ew qurişekî jî nakin, lê dîsa jî em nikanin tiştekî bikin, ew bi sîleh û em destvala ne.
Lê ev yek ewê wiha dom neke, xiyanet ewê ji wan ra nemîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE