Erê erê, dawiya dawî telefona min îro ket bêrîka min û ev jî
fotografên pêşî yên me pê girtin.
Lawikê min Rojen ji min ra li hev ragirt û hip û hazir da destê min.
Nuha dibê ez û wê hinekî hev nas bikin, gerek ez hinekî pê bilîzim, lê ez newêrim.
Ez merivekî gundî me û ji gundîtiyê jî hez dikim, naxwazim bibim şîtekî bajarî û profê vê teknîka nuh..
Xanim pela dipêçe, lawkê min Rojen telefona min a nuh ji min
ra amade dike û ez jî dikim bi tenê derkevim gerra xwe ya rojrane.
Min bêsebrî dikir, min got belkî ez telefona xwe bibim û pê çend risman bigrim, lê lîwîk got eyarkirin ewê saetekê bajo. Ez nikanim li bende bim.
Êdî ez jî xwedî telefoneke nuh im, kêfa min li cî ye...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar