14 april 2020

Siyaset gerek meriv neke hevalê zaliman û neheqan


Partîzanî, hevalbendiya siyasî gere meriv bêûjdan, bêmerhemet, zalim neke.

Siyasetmedar, berpirsiyar, serok jî şaşiyê û carnan jî tiştê pir xerab dikin.

Ne rast e meriv şaşî û xerabiyên hevalê xwe, partiya xwe ji nedî ve were, ya jî biparêze.

Heger bi meriv ra exlaq, ûjdan hebe dibê meriv neheqiyê, zulmê, îxanetê neparêze û çavê xwe jê ra negire.


Siyaset, îdeolojî, hevaltî, partîzanî gere meriv neke hevalê neheqiyê û merivên xerab.

XXX
Zulma dijmin û dewletên dagirker ne bes e partiyên başûrê Kurdistanê, hukûmeta Kurdistanê jî bi kirinên xwe kurdan merezarî û kezebreşî dikin.

Meriv hesret e rojekê xebereke xweş ji wan bibihîze. Her tiştê meriv li ser wan dibihîze bîna meriv teng dike, meriv dixe deprasyonê.

Meriv ne dîn û rentele be, Xwedê ji meriv nestîne, meriv mahkûmekî ji zindana dijmin reviyaye, paş da teslîmî dijmin nake û nade kuştin.
Ev sûcekî pir giran e, kurd çawa kanin li hemberî hev hewqasî zalim û bêûjdan bibin meriv fahm nake…

XXX
Bawer bikin êdî ez jî diwestim.
Li ber xeberên telewîzyona swêdî yên saet 21.00 ez wek mirîşkekê di xew ra çûm.
Xwedê giravî min li xeberên şevê temaşe dikir, lê min hew dît ez xewnan dibînim.
Min çû xwe dirêj kir û ez nuh bj xew rabûm.
Dema yekî wek min jî biweste û li ber telewîzyonê di xew ra here, ev jî tê wê maneyê êdî ez jî kal bûme...

 XXX
 Di nava me da kesên henekê, pêkenînê û nivîseke siyasî ji hev nagerînin pir in.
Ez her roj pêkenînekê parve dikim. Nav li ser e, henek e, ne nivîs û analîzeke siyasî ye.
Lê hin kes wan wek fikrên min fêm dikin û netîceyên siyasî jê derdixin.
Ez heyrana we ew henek in, mîzah e.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE