14 april 2020

Kurdan nas nake



Dibêjin ji Xwedê teala pirsîne, gotine:

-Te Fransiz, îngilîz û miletên din ji bo çi xuliqandin?
Xwedê teala gotiye:

-Min Fransiz ji bo zerefeta wî, Îngilîz ji bo înada wî, Alman ji bo xebatkariya wî, Tirk ji bo xerabî, tembelî û quretiya wî xuliqand.


Dû ra dema dor hatiya ser kurdan, mirûzê Wî tirş û tal bûye, qermîçok li eniya Wî ketine, zor daye hişê xwe, çend caran serê xwe xurandiye û gotiye:

-Kurd? Wele haya min ji wan tunye...




Qiralê kîjan welatî ye
Pûlisên tirk girtibûn ser mala kurdekî çep, mal qulik bi qulik saxî dikirin. Qusmêr rastî kitêbeke Karl Marks hat. Bi navê wî da tim bû, lê kir nekir, nikanîbû navê Marks rast bixwenda. Kitêb bi hêrs berbî xwediyê malê kir û got:
-Ev qiralê kîjan welatî ye, û li mala te çima li mala te ye?
Yê kurd got:
-Wele ez nizanim qiralê kîjan welatî ye, lê hema min dît ruyekî nûranî li ser e, lema jî kîfa min jê ra hat û min kirî.

Me ji sifirê dest pê kir
Rojekê xortek apê Mûsa Anterê rahmetî rexne dike, jê ra dibêje:
-Halê îro em tê da ji ber kêmxîretiya pêşiyên me ye. Heger hûn jî di wexta xwe da wek me xebitîbûna, me yê nuha ji sifirê dest pê nekira.
Apê Mûsa mizicîye, ji xort ra gotiye:
-Bavê apê xwe, çaxa me dest pê kir rewş 20 derece di binê sifrê da bû. Îcar heta me ji we ra gîhand sifirê, çermê eniya me qetiya, diya me hat gadan...



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE