14 april 2020

Bira dilê min û delêl ji dil ba



-Bira miradê min û delalê malê ji dil ba
Bira tûrê parsê tim li mil ba
Bira parsa xelkê genim û ceh ba
Bira parsa min û sebra dilê min garis û gilgil ba
Bira miradê me tim ji dil ba
Bira doşeka me erdê şil ba
Bira balîfa me kevir ba

Bira lihêfa me esmanê bilind, bayê kur ba
Ezê bêjim delalo,malên me van e
Serê sutûnên konên me xuya ne
Yadê gazinan mekin, dilê min ketiye xortê mala ha ne
Ezê rojê sê carî xwe bikim qurban e.


-Ez û giregirên Qetêr in *
Ez xwaka heft bira weke şêr in
Dotmama donzde suarên hespên nêr in
Ku xebereke neçê li ser delalê dilan ji wan bibihîzim
Ezê heft bira, donzde pismaman bi destê xwe veşêrim.
*Qetêr, navê gund e.

-Ez bala xwe didimê Xabûrê me rabûye tev lêmiştê
Çiyayê Evdilezîza mubarek xwe daye teniştê
Salê çûnî ez qîz bûm, di mala bavê xe da bûm
Îro darê dargûşê, kevna kitanê ketî piştê.

-Delalo agirek ketiye berriya Mêrdînê ji pê di pê da
Bira neketa konê sêsitûnî, rima delalê min tê da
Minê deqçîkê ji nava Şemara, Begara* bineqanda
Bira taximê sîng û berê min bideqanda
Minê navê delalê dilê xwe daniya tê da
Eger fedîya min ne ji bav û bira ba
Ezê di mala delal da rûniştama di bedêla darê rimê da.

*Şemar û Begara navê du eşîrên ereb in.
-Çiyako, şewityo rê di ber ra
Lo seydvanyo, dengê kewa gozel tê di ser ra
Bira dil heram be di ser dilê min û te ra.

-Delalê malê, kedera sibê, nalîna êvarê
Li ber dilê min şîrîn e wek bastêqê Çêrmûgê,
mewîjê Helebê, dimsa Zinarê.

-Çiyako, bilindo, darbirêzo
Lo koçero warguhêzo
Xwedê bikira miradê min û wî lawikî
Min rahîşta tûrê bêriyê, em biçûna pêşiya pêzo.

///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE