14 april 2020

Em nifiran nakin



Rojekê meleyek, keşeyek û xaxamek(rabînê Cihûyan) tên ba hev. Hersê dest pê dikin pesnê dînê xwe didin.

Her yek heta jê tê dibêje dînê min, dînê herî heq û herî baş e. Yê din jî dibêje na, dînê min yê herî heqtir û baştir e.

Piştî hinek sohbet û minaqeşe, henek dibin genek û hersê dikevin gewriya hev.
Keşe pir diqehere, ji mele ra dibêje:


-Law mele, Xwdê teala bi qasî stêrkên asîmanan û pelên daran kevir û kuçikan bi ser serê we misilmanan da bibarîne!
Mele jî jê kêmtir namîne, ew jî dibêje:

-Law kafirê ji kafiran, bira Xwedê teala bi qasî dar û berên erdê belayê li te û li we hemû Filehan bibarîne!

Xaxam qet dengê xwe neke, tim li şerê keşe û mele temaşa dike. Dema keşe û mele dibînin xaxam dengê xwe nake, jê ra dibêjin:

-Xaxam efendî, ka tu jî tiştekî bibêje.
Xaxam dibêje:
-Welehî em cihû miletekî ne dilbirahm û xêrxwaz in, tu carî nifiran li kesî nakin. Lê em ji her nifira kesê din ra jî tim dibêjin amîn!

 Fatika Dînik
Xwazgîniyên Fatika Dînik çûbûn bûka xwe bibin, lê diya wê ne li mal bû. Gotin
-Fatika delal, ma diya te li mal e?
Fatikê got:

-Na, diya min ne li mal e, çûye bi cîranên me ra şer bike.
Gotin:

-Ji bo çi ewê bi cîranan ra şer bike?
Fatikê got:

-Cîran dibêjin min bi bîra wan da rîye, diya min jî dibêje na, bi bîrê da nerîye, li kêleka wê rîye û dûra bi nigê xwe totî bîrê kiriye. Ji bo vê jî diya min çû ser wan û nuha şer dikin.

Dema tirs tunebe
Demekê Mîrê Botan ji bo ku kes nêçîra teyr û tulûran neke, tivingên du lûle jî tê da, hemû sileh qedexe kiribû.

Yekî gundî li pala çiyê rûniştibû û westa xwe digirt. Bala xwe dayê qebe qeba kewekî ye li hember wî dixwîne. Gava çavên wî li kewê tu dibê bet dikeve kesereke kûr dikşîne û di dilê xwe da dibêje ”ax ax, bira nuha tivinga bi min ra bûya!”
Dû ra jî berê xwe dide kew û dibêje:
-Piştî ku mîrekî wek Mîrê Botan li pişta te be, ma çima tu yê wiha nexwînî û li ber min nekî qebeqeb?


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE