13 april 2020

Gerek kurd li hemberî hev hewqasî jî bêbext nebûna !

Mistefa Selîmî


Pir hefy û mixabin teslîmkirina Mistefa Selîmî rast e, hêzeke esayişa YNKê ya Pencewînê Mistefa Selîmî bi bêbextî teslîmî Îranê kiriye û Îranê jî Mistefa Selîmî tavilê îdam kir.

Berê înkar kirin, gotin Mistefa Selîmî nehatiye Kurdistanê. Lê dû ra bi şahid û îspat derket ortê Mistefa Selîmî hatiye Pencewîn, sê rojan li wir maye. Dû ra hêzeke YNKê ya esayişa Pencewîn bi bahaneya ewê kontrola Qoronayê bikin, ew biriye û teslîmî Îranê kirine.

Kurd, kurdê ji zindana dijmin reviyaye teslîmî dijminê xe dike. Ev, rûreş û îxaneteke mezin e.

Meriv çawa kane hewqasî bêûjdan û zalim bibe û însanekî xwe avêtiye dexlê meriv teslîmî celadî wî bike ez fêm nakim. Diyar e bi van ra ne tenê welatparêzî, ûjdan û însanîyet jî nemaye.

Teslîmkirina Mistefa Selîmî binpêkirina maf û qanûna penaberîyê û sûcekî li dijî însaniyetê ye. Meriv mahkûmekî siyasî naşîne îdamê. 

Mistefa Selîmî 17 salan di zindana Îranê da girtî bûye, lê çend roj berê wî û 194 kesên din fersend dîtine ji girtîxanaye Seqiz reviyane. Mistefa Selîmî çûye xwe avêtiye dexlê birayên xwe yên başûr û hêzên ewlekariyê jî ew şandine kuştinê.

Dibêjin biryara teslîmkirinê fermandarekî YNKê bi navê Kamûran Abdula Jelale daye.

Kê ev sûc kiribe jî îxaneteneteke mezin e, meriv birayê xwe nade dijminê xwe û nade îdamkirin.

Hukûmeta Kurdistanê gotibû ewê li ser bûyerê lêkolînekê bikin, lê heta nuha tu netîce nehatiye belavkirin.

Bi baweriya min sûcdar û gunehkar ne Kamuran Abdula Jelale tenê ye, para sîstema Kurdistana Federe jî di yekê da heye. Li başûr dewlet tuneye, sîstem ya şexsan û malbatan e. Ji bo wê jî şexs diwêrin, kanin sûcên wiha, îxanetên wiha bikin. 

Hela ka em binêrin YNK û hukûmeta Kurdistanê ewê çi bi sûcdaran bikin, çi cezayî bide wan?

Ez bi xwe bêhêvî me, ez bawer nakim ne YNK û ne jî hukûmeta Kurdistanê ji ber vî sûcê mezin ji malbata Mistefa Selîmî û ji kurdan uzrê xwe bixwazin û kesî ceza bikin. Ewê tiştek nebe. Hêvî dikm ez şaş bim û YNK û hukûmet sûcdaran bêceza nehêlin.

Heta li başûrê Kurdistanê sîstem ev sîstem be, heta dewleteke netewî tunebe, heta pêşmerge û îstîxbarat û butçeya dewletê girêdayî şexsan û partiyan be, ewê tu carî dawiya trajedî û îxanetên wiha neyên, sşcê sîstemê ye.

XXX

Ji bo ku wezîrê kar û barên hundur ê Tirkiyê Suleyman Soylu îstiya kiriye kêfa gelek kesî tê. Bêguman Soylu neyarê qewmê kurd e, xwedê bike Qorona tê bigere.


Lê belê ew maşika destê Erdogan e, ew hebe çi ye, tunebe çi ye !
Dibê meriv îstîfa vî şelafî mezin neke, ew pîyonekî pir basît e.
Yên wek wî pir in, ewê nuha yekî wek wî, belkî yekî jê hîn xerabtir deynin ser kursiya wî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE