12 april 2020

Îro bi vê diyariya hêja pir kêfxweş bûm



Baran Zeydanlioglu xortekî wek zêrê zer e, xwezî bi sedan, bi hezar xortên me yên wiha jîr, jêhatî, zana û qedirşînas hebûna.

Camêr di vê qiyameta Qoronayê da, ji bo ku kitêba xwe diyarî min bike, bi ereba xwe lêxist hat ber deriyê mala min û kitêba îmze kiribû diyarî min kir.

Bi vê nefsbiçûkî, qedirşînasî û camêriya wî, ez pir kêfxweş û dilzîz bûm. Xortên wiha wefadar hêviya meriv xurt dike...

Tiştê ez li ber ketim, min kir nekir, ez çiqasî li ber geriyam jî nehat hundur, got xanima min li bende min e, bi xêr rojeke din.


Min gelkî dixwest qahweyeke kurdî îkramî wî bikim, lê wexta wî tunebû.

Baran Zeydanlioglu xortekî pir jîr, jêhatî û xebatkar e, ji bo gelê xwe, li ser tarîxa Betlîsê û Kurdistanê wek gêrikan dixbite. Ji swêdî, ji îngilizî, ji fransî, ji îspanî li ser kurdan û tarîxa Kurdistanê û Betlîsê heta nuha gelek tiştên pir girîng, hêja wergerandine tirkî. 


Ev wergera wî ya dawî jî romaneke li ser prensekî kurd e. Ji îngilizî wergerandiye. Ev berhem di sala 1865a da ji alî Charles Wells ve ji erebî tercumeyî îngilîz bûye, Baran Zeydanlioglu jî ji îngilîzî wergerandiye tirkî.

Navê romanê bi îngilîzî “Mehmet the Kurd and other tales from Eastern sources”, bi tirkî “ Bir Kurd Prensi Mehemet” e.

Baran Zeydanlioglu ne tarîxzan e, li zanîngehê tarîx nexwendiye, lê ji gelek tarîxzanan zanatir e. Wek gelek betlîsiyan ew jî heyran û evîndarekî tarîxê ye. Hezkirin û meraqa tarîxa bajarê wî, ew kiriye tarîxzanekî jîr û berhemdar.

Heta van salên dawî jî kurdên bi îngilizî, fransî, almanî, îspanyolî û hin zimanên ewrûpî yên din zanîbûn hema hema tunebûn. Lema jî li ser tarîxa xwe me nikanîbû ji arşîwên ewrûpiyan feyde bigirta. 

Lê nuha bi sedan zarokên diaspora kurd li Ewrûpayê hene, her yek herî kêm bi du, sê zimanan zanin û di nava wan da kesên wek Baran Zeydanlioglu jî pir in.

Tiştê heta nuha me li ser tarîxa xwe nizanîbû, belgeyên neyarên me vedişartin, nedixwestin em bibînin ya jî tahrîf dikirin, xortên wek Baran Zeydanlioglu wan yek bi yek dibîne, derdixe ortê û pêşkêşî gelê xwe û xwendevanan dike.

Kurdiya Baran Zeydanlioglu ne xurt e, ew kurmancî dû ra fêr bûye, lema jî belgeyên dibîne, top dike, dike tirkî. Xwezî bikarîbûya bi kurdî jî bike, lê nikane.

Bi baweriya min dîsa jî karekî pir muhîm û hêja dike. Bi tirkî hebûna van belgeyan li ser hev bi qasî kurdî muhîm e. Nuha bi milyonan kurd kanin van belge, nivîs û bîranînên mîsyoner û seyahên ewrûpiyan bixwînin, ji wan haydar bibin.

Berê her nivîseke, her belgeyek, her fotografek li welatekî, di arşîvekê da bû, ne li ser hev bûn, kêm kesî kanîbû xwe bigihanda wan û ew bixwenda.

Baran Zeydanligoglu ji bo xwendevanan, hezkiriyên tarîxê, lêkolîneran ji çend ziman werdigerîne tirkî û di kitêbekê da top dike. 

Ji bo tarîxzan û xwendevanan ev yek îmkaneke pir baş e û bêemsal e. 

Hinekên din jî kanin rojekê van belge û nivîsên hene bikin kurdî; yê bixwaze kane ji tirkî wergerîne ya jî ji orjînalên wan.

Lema jî Baran Zeydanlioglu, ji bo tarîxa kurd û Kurdistanê xizmeteke pir hêja dike. 

Ez vî xortê hêja ji dil û can pîroz dikim û jê ra serketinê dixwazim.
Careke din gelek sipas ji bo vê diyariya giranbiha.  

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE