12 april 2020

Bûyera Mistefa Selîmî dibê were eşkerekirin

Mistefa Selîmî

Do di medyaya sosyal da xeberek belav bû, li gorî wê xeberê kurdekî bi nabê Mistefa Selîmî ji zindana Îranê reviyaye û çûye xwe teslîmî hêzên YNKê kiriye. 

Hêzên YNKê jî ew teslîmî pasdarên Îranê kirine û Îranê jî do Mistefa Selîmî bi darde kirin.

Di vî warî da yanî li ser teslîmkirina Mistefa Selîmî da hin xeber û îdîayên li dijî hev belav dibin, meriv baş nizane kîjan rast e. 


YNKê xwe bûyerê jê bêrî kiriye, gotiye ev îdîa derew e, wan Mistefa Selîmî teslîmî Îranê nekirine.
 
Hukûmeta Kurdistanê jî gotiye ji bo zelakirina meselê wan komîsyonek danîye, di demeke nêz da ewê netîceya lêkolînê diyar bikin.

Îdamkirina Mistefa Selîmî rast e. 

Lê heger bi rastî hêzên YNKê yên ewlekariyê Mistefa Selîmî teslîmî Îranê kiribin ev namerdî û sûcekî pir mezin e û kesên sûc kirine dibê miheqeq werin girtin û cezakirin. Hukûmeta Kurdistanê berpirsiyar e vê meselê zelal bike.

Kurd tu carî dibê li hemberî hev bêbextî û namerdiyeke wiha nekin, hukûmeta Kurdistanê, partiyeke kurd dibê tu carî kurdekî teslîmî hêzên dagirker neke, tiştekî wiha rûreşî û namerdiyeke mezin e, nayê efûkirin.

Na heger îdîa teslîmkirinê ne rast e, dibê hukûmeta Kurdistanê vê yekê bi delîl nîşanî gel bide. Ev berpirsiyariya hukûmeta Kurdistana Federe ye.

Ji ber ku kurdek bi destê qatilên rejîma îslamî ya Îranê hat bidardekirin pir xemgîn im. Bira serê zarok û malbata wî sax be. 

Bimra Komara  Îslamî ya Îranê!
Bijî kurd û Kurdistan!

Bimre rejîja Îslamî ya Îranê! Bijî kurd û Kurdistan !


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE