10 april 2020

Li ser etîmolojiya kozê


Ronî Hartman-Malpera ”Zimanê me” navê "KÖZ" a tirkî ya bi kurdî pirsî ye.

Li Wêranşarê em ji "KÖZ"a tirkî ra dibêjin tiraf.

Tiştê ez zanim "KÖZ" gotineke tirkî ye, ne bi kurdî ye. Em li Wêranşarê jê ra dibêjin tiraf.

Pizot jî heye, lê pizot ne tiraf e. Seriyek komir, êzingek, ya jî maşeya êgir pir sor bibe, ew dibe pizot.


Hesinkir dema aletan çê dike, hesin dixe nav tirafa êgir, dibe pizot û dû ra dikute.

Pizot, ji bo însên jî wek sifet tê bi kar anîn. Gava yek pir nerehet û har be, meriv dibêje pizot e. Gava zarok nerehet û nahs be jî meriv dibêje qurçimîyo eynî pizot e, meriv nikane bi aqarê keve…

Yusuf Kaynak Lêgerîn nekirine, belê li nav Kurdê Anadoliyê Koz ji berê de heye. Pêtî jî heye. Di navbere herduyan de cudatî heye. Koz, agirê beve vemirandine diçe re tê gotin. Pêtî jî alav belav dibe û bilind dibe re tê gotin. Koz li cem Kurdê Anadoliyê ji cêh kirine re jî tê gotin. Wek pêz koz ke!, berxa bike Kozê.. Koz ji berxa re cîhê ji mîha cuda kirine. Care mîhê dotine ji yê sewr tên Koz kirin. Li etîmolojiya bêja Koz ê bigerin sedî sed bêjeke Kurdîya kevnar e.

Zinarê Xamo Pêlên êgir tiştekî din e, alaw e. Koz, ne veqetandin e, ciyê kar û berxan dixinê. Koza kar û berxan heye, ji bo dan nebin kar û berxan dixin kozê. Ji keviran lê dikin, holikek servekirî ye.
Di konaan da jî koz heye, ciyê fera-fol û qatix lê datînin, wek mitbaxa malê ye. Ji wê ra jî dibêjin koz.
Lê "koz" a tirkî ez dibêjim bi tirkî ye, ne kurdî ye.

Yusuf Kaynak Zinarê Xamo Zinar înade te ya Kurda ye. Di Tirkî de çend herfê bi K'ê destpêdikin hene, wiqasî çend herf in. Köz ji ku hatiye ketiyê Tirkî nizanim. Koz/a û Koz/ik bi bingehî Kurdî ne û Îranî ne.

Zinarê Xamo Di ferhenga tirkî ya etîmîlojîk da dibêje tirkî ye. Lê mimkûn e ya te rast be, farisî-kurdî be. Lê dibê meriv îspat bike.

Kadri Özkan Di tîpe Kurdi de tîpa ö nîne ji be wê köz ne bi Kurdî ye.Koz bi Kurdîye cîhê starê ye berê di kona de jibona jinan jî koz çê dikirin(xatûna kozê,)
Ta bort eller dölj detta

Mehmet Jan Zinarê Xamo mamoste li qerejdax em jî dibêjin tiraf lê belê em kuzot jî bikartînin hema hema biqasîhev

Mehmet Jan Kadri Özkan ji bo bûkan di konande koz hebû di heman demêde ji bo berxan koz hebû ji çîtan û ji bo şerên eşîran jî mixabin kozik (çeper/mevzi) me çêdikirin


Zinarê Xamo Mehmet Jan Ez zanim kuzot jî heye. Lê kuzot sotik e, ne tiraf e. Tiraf koma êgir e, kuzot perçeyekî êgir e.
Lê mimkûn e li hin deran di eynî maneyê da bi kar tînin.
Adem Cinar Zinarê Xamo apê zinar. koza agir û koza berxan jî heye..

Rezdar Khelili Teraf: köz
Bizot: (ihtîmal e ji bisoht'ê/sohtinê) kor
Pereng: kor (parçeyên biçûk)
Pêt: kor (perenga herî sor)
Gurî: alev
Çîk: kıvılcım
Rijî: odun kömürü
Kaniya Dapire Li herema ÇÊRMÊ/ YÊDÎSÛ girêdayî CEBAXÇÛR /BÎNGOLÊ yê dibêjin TİRAF. PÎZOT ji bo êzingên nîv şewitî dibêjin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE