10 april 2020

Ev pakêta di himêza vê dayikê da hestiyên lawê wê ne !



Ev pakêta di himêza vê dayikê da hestiyên lawê wê ne. Dewleta tirk piştî sê salan hestiyên lawê wê jê ra bi kargoyê şandine.

Dijminên me ne tenê zalim, hov, bêûjdan û faşîst in, gelkî namerd in jî, ji mirovahiyê derketine.

Di tu dînî da, di tu baweriyê da, di tu huqûqî da kîn û nefreteke wiha, namerdiyeke wiha, sadîzmeke wiha tuneye.


Emê vê namerdiya we tu carî ji bîr nekin...

Gerîlayê HPGê Agît Îpek di 23ê gulana 2017a da di şerê li Girê Xelasor a navenda Dêrsimê da şehîd ketibû. 

Wê demê cenaze nedane malbatê. Rayedarên dewletê gotine cenaze li ba wan e. 


Di gulana 2019a da hin berpirsiyarên dewletê li malbatê geriyane û gotine cenazeyê Îpek dîtine. Malbatê jî ji bo girtina cenazeyê lawê xwe testa DNA yê daye. Di testê da diyar bûye cenaze yê Îpek e.

Cenazeyê Agît Îpek, ji Dêrsimê dane PTTê, bi kargoyê îro li Diyarbekrê teslîmî malbata Îpek kirine.

Dibêjin fatûraya postê jî ji malbatê ra şandine. Belê tirk wiha ne, pir xebîs in.
Di medya sosyal da gelek tirk bi vê xeberê kêfxweş bûne û gotiye dewletê mezinahiya xwe nîşan daye, bira kurd bibînin em tirk çiqasî mezin in û kanin çi bikin !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE