11 april 2020

Tirkan em pûç kirine


Farisan, ereban jî welatê me dagir kirine û em gelkî êşandine, zulmên mezin li me kirine. 

Lê bi baweriya min tiştê tirkan aniye serê me ji yên ereb û farisan pir û pir xerabtir û 
mezintir  e. 

Tirkan tiştek di me da nehîştine, em pûç kirine, em kirine wek leymûnek givaşîtî.


Gava meriv bîranînên hin kurdan dixwîne, meriv dibîne tirkan mîrek, begek, paşayek, malmezinekî kurd, serokeşîrekî baş li Kurdistanê nehîştine, bi hezaran malbat ji Kurdistanê derxistine, bi sedan mezinên kurd bi darde kirine û bi çolan xistine.

Xwestine li Kurdistanê, di nav kurdan da malbatên kurdperwer, malbat û şexsên xwedî hêz û bi îtîbar nemînin.
Kurd bibin miletekî feqîr, nezan, ji bo ku tirkan di ser xwe ra bibînin.

Û wer kirine û bi ser jî ketine.

Lema jî Bedirxanî, Cemîl Paşa, Îbrahîm Paşa, Şêx Ubeydulah, Şêx Seîd û yên wek wan giş ji ortê rakirine.

Gava min bîranînên Ekrem Cemîl Paşa qedand gelkî xemgîn bûm, li hemberî tiştê tirkan anîne serê mala Cemîl Paşa û bi sedan mîr, beg û malmezinên kurdan meriv kezebreşî dibe.
 
Mêrikan piştî Serîhildana Şêx Seîd mîr, beg û malmezinên li Kurdistanê mabûn giş ji Kurdistanê derxistine.

Heger ev kitêb li mala we heye ya jî hûn kanin bikirin, bi dest xin, bixwînin.

Ne bîrananîneke zêde bi ser û ber e, lê dîsa jî ji bo ku meriv bizanibe tirkan çi aniye serê me, kitêbeke baş e, gelek agahiyên hêja tê da hene.





XXX
Do êvarî min bîranînên(Muhtasar Hayatim) Ekrem Cemîl Paşa qedand. Min hin not girtin, min nêt hebû îşev tiştekî li ser binivîsim. Lê nizanim çima, îşev besta min li nivîsek wer nayê, ez xwe amadeyî nivîseke wer nabînim. Hinekî westiyayî me.
Heta nuha meşxûl bûm, piştî nuha jî dereng e.
Bi xêr rojek din ezê çend gotinan li ser binivîsim.
Ev cara duduya ye ez dixwînim.
Gava min kitêb qedand gelkî xemgîn bûm, li hemberî tiştê tirkan anîne serê mala Cemîl Paşa û bi sedan mîr, beg û malmezinên kurdan meriv kezebreşî dibe. Mêrikan piştî Serîhildana Şêx Seîd mîr, beg û malmezinên li Kurdistanê mabûn giş ji Kurdistanê derxistine.
Ezê nuha dest bi xwendina Bîranînên apê Osman Sebrî bikim

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE