25 april 2020

Ezê bêjim delalo ez a te me


-Delolo, şevreş hatine kela xûnîya
Ezê ciya ji xwe û ji delalê xwe ra daynim li ser xaniya
Gava delalê malê bê tewafa sîng û bera
Ezê bêjim: "Ma ne xweştir bû ji hingivê Sêrtê, ji nivîşkê hilika, ji qeymaxê mîya?"


-Ezê bêjim delalo ez a te me.
Bextê delalê dilê min temam e, ez lê ewle me
Ez qîz im ne bi destê xwe me
Bi revandinê ger dil bike
Ezê mîna suwaran bidim cem e.

-Xayino, dê tireko
Serê xwe di tola diya xwe ve ko
Behsa dilê min û xwe li pêş hevalan neko
Sibe ezê yekî xwe bikim û tu yê yeka xwe bînî
Rojê sê dana wê kopekê mêrê min li min xe,
Wê te ji min ra bi serhevdeko.

-Şevên reş hatine kela mêran
Cegera delalê dilê min cegera şêran,
Ez kundan nakim şûna şêran
Ez zendê xwe yê kalî gewrî boz naxim bin serê tu camêran.

-Were mala bavê min bi şev e
Ezê ciya ji xwe û ji delalê malê ra deynim telihev e
Heger diya min got: "Çi bû, çi çirya?"
Ezê bêjim porkurê, edeta xort û qîzê vî zemanî yek jî ev e
Yadê îro sê ro ne delalê dilê min xeyidîye, ezê cotê memko bavêm deve.

-Delal bira nehata gundê me jana çêlekan
Neketa herçar malên me cêwelekan
Dilê min û delalê malê di hev heye
Nizanim çi agir e ketiye van gelacan, dêtirekan.


///Ji Zargotina Kurdên Sûriyê
Amadekar Celîlê Celîl

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE