25 april 2020

Em ji pêşiyên xwe ne pêşdatir in


Kurd li gorî zemanê berê, li gorî sed sal, dused sal, sêsed sal berê bêtir bi pêş ketine, bêtir xwenda û zanetir bûne. Xendayên kurd, nivîskar û edîbên kurd, hunermendên kurd li gorî sed, dused sal berê pirtir in.

Lê dîsa jî di warê edebiyata devkî, zargotinê, folklorê û sitranan da nagihîjin kurdên berê.


Tiştên kurdan berî nuha bi sedsalan gotine, xuliqandine şaheser in, dûrikên, dîlokên, sitranên, çîrokên, şiîrên bêhempa ne. Tiştên kurd îro dixuliqînin bi teqala wan nakevin, li hemberî zargotina kurdî ya gelêrî pir prîmîtîv dimînin.

Çimkî berê kurd xalis muxlis kurd bûn, asîmîle nebûbûn, lema jî edebiyat û zargotina wan xweş e, wek gezo şîrîn û bi lezîz e, meriv dibe heyaran.

Lê edebiyata îro, sitranên kurd îro dixuliqînin wek girara rijî ye, wek nanê tisî ye, meriv ji piraniya wan tu tahm û lezetekê nagire. Yanî em ji pêşiyên xwe qet jî ne pêşdatir in.

Îspata vê zargotina kurdî ye, edebiyata kurdî ya devkî ye, meriv dibe heyran. Fermo çend mumûne:

-Delolo, şevreş hatine kela xûnîya
Ezê ciya ji xwe û ji delalê xwe ra daynim li ser xaniya
Gava delalê malê bê tewafa sîng û bera
Ezê bêjim: "Ma ne xweştir bû ji hingivê Sêrtê, ji nivîşkê hilika, ji qeymaxê mîya?"


-Ezê bêjim delalo ez a te me.
Bextê delalê dilê min temam e, ez lê ewle me
Ez qîz im ne bi destê xwe me
Bi revandinê ger dil bike
Ezê mîna suwaran bidim cem e.

-Xayino, dê tireko
Serê xwe di tola diya xwe ve ko
Behsa dilê min û xwe li pêş hevalan neko
Sibe ezê yekî xwe bikim û tu yê yeka xwe bînî
Rojê sê dana wê kopekê mêrê min li min xe,
Wê te ji min ra bi serhevdeko.

XXX
Li ser vîrusa koronayê:
- Hûn bala xwe bidin vê dinyayê yaho, ji ruyê yekî sêv xwar em hatin, ji ruyê yekî barçêmk xwar em dikin herin. De tu were vî îşî !”
-Çi vîruseke bela ye, em di mal da hefs kirine, ew bi xwe li her dera dinyayê digere.

XXX
Ez nuh pê hesiyam, îro rociyê dest pê kiriye.
Min li Googlê nêrî, hinek dibêjin do bûye, lê tirk dibêjin îro ye.
Jiyana misilmanan tevlihevî û kaose.
Ez ne rociyê digrim û ne jî xwe tevî şer û teşxeleya wan a li ser meha remezanê dikim.
2020-04-24

XXX
Geva merivên dinya nedî, cahil, irqçî, faşîst bibin xwedî dewlet fahşiyên wiha dikin.
Ji bo ku dewleteke wan a kurmî, genî, qûnbiqû, irqçî, ji medenîyet û însaniyetê bêpar heye dikin di xwe nin.
Miletek ne zir cahil û qeşmer be bajarê xwe, Stenbolê naxe vî halî, her xaniyekî aleke bi qasî xênî pê da nake.
Li dinyayê bê bêyî tirkan tu miletekî, din, tu welatekî din qeşmerî, xavîtî û cilqîtiyeke wiha nake.

XXX
Dinê li dinê, çavê gur li bizinê, çavê tirkan jî wer li ser me ye. Dinya serobinî hev jî bibe, qiyamet û tofan jî rabe, xweza li însanan hatibe xezebê jî tirk taqîbata kurdan sist nakin, wer li pey girtin û kuştina kurdan in.
Gava kurdekî digrin û dikujin ji kêfa pişta medyaya tirk tê, bi milyonan tirk orgazim dibin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE