26 april 2020

Kêf kêfa kal û pîran e



Dibêjin herî pir jin û mêrên 80 salî, yanî yên zêde kal û pîr bûne li hev dikin, di nava wan da teşxele, şer û pevçûn qet çê nabe. 

Ê qey ewê li hev bikin. Çimkî di wî umrî da guhê herduyan jî giran bûye û çavên wan jî hev û du baş nabîne. Ma çima ewê li hev nekin ?

Yanî kêf kêfa kal û pîran e, ne teq û ne req, ne şer û ne teşxle, di nav dilşadiyê da bi hev ra wek qumrîyan dijîn...

Ez û xanim hîn negihîştine wir, lê hindik maye, hêvî dikim em bigîhjin 80î û wê rojê bibînin…

Dilbirîn H. K: Mamo zewac çawa ye, tu pêşniyazî me dikî?

Zinarê Xamo: Camêrekî gotiye heger zewac deryake bi ba û bahoz be, bêkarî avzêmeke şêlû, ne zelal e. Tercîh ya te ye, heger tu ajnêberekî baş î û ji deryayê natirsî bizewice, na tu dixwazî di avzêmê da bijî bêkar bimîne. Ez ne ajnêberekî baş im, lê min dîsa jî derya hilbijart…

Jamal Kazemi :Apê Zinar ez sedî sed dizanim hunê sedî derbaz kin xema nexwe.

Helim Yusiv :Emrekî dirêj ji te û ji xanima te re dixwazim. Xwedê me ji vî zimanê te yê şêrîn bê par nehêle.

Zinarê Xamo : Mala te ava Helìm.

XXX
Ev çend roj in ji Çînê deng dernakeve. Mêrikan vîrusa li dinyayê belav kirin û xwe dan aliyekî, ne dibêjin him, ne dibêjin gim.
Dinya ketiye hev, her kes bûye hevsiyê mala xwe, li hin welatan kal û pîr neman, lê ew tîcareta xwe zêde dikin, maskeyên xwe difroşin.
Li gorî îdeayekê dibêjin heger dermanê Koronayê were dîtin jî Çîniyan vîruseke din ya bi navê Covîd 19 S Plus hazir kirine, îcar ewê wê bera canê însanan bidin.
Bi Xwedê çînî wek mûriyan in, her tişt ji wan tê, kanin tirrê ji dinyayê berdin.

Ev hîn nîna ye, çîniyan tirnîna xwe hîn nîşanî dinyayê nedane.
Dibêjin heger ewrûpî dermanê nînayê(Koronayê) bibînin, tirnîna wan hazir e, îcar ewê wê bera bedena dinyayê bidin.
Her tişt ji çîniyan tê, kanin dinyayê seroqûnî hev bikin. Ew avzûmkirîne, tiştek bi wan nayê, em rebenên Xwedê emê di qarantînan da genî û kurmî bibin...:))

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE