26 april 2020

Di edebiyata kurdî da name



Mewlûd Ogûz, di Podcastê da li ser nameyan û di edebiyata cîhanê û kurdî da name, programeke pir xweş û delal çêkiriye. Di vî warî da çend numûneyên herî xweş û bi nav û deng dane.

Di programê da qala hin nemayên Nûreddîn Zaza û çend nameyên ji kovara Nûdemê û ji Firat Cewerî ra hatine şandin dike. Ji nameyan hin beşan dixwîne. 


Programeke pir xweş e, min kêfxweşî lê guhdarî kir. 

Di edebiyata cîhanê da name ciyekî xwe yê taybetî heye. Nameyên Voltaire, Rousseau,  Charles Dickens, nameyên Kafka û Mîlena, yên André Gide û Paul Valéry ji yên herî bi nav û deng in.

Li ba me kurdan ev yek, ev beşê edebî ne zêde be jî lê çend numûne hene.

Mewlûd Oguz qala çend numûneyên nemeyên şexsî, yên ji kovar û berpirsiyarên wan ra hatine şandin kirine. Nameyên evînê tunene. Xwezî meriv ji wan jî çend numûne bidîta.

Hêvî dikim Mewlûd Oguz li wan jî bigire, di progrmeka din da jî qala nameyên evîndaran bike.

Bi pêşketina teknîna tîjîtal ra nivîsîna nameyan, yanî ev babetê dan û stendinê hema hema nemaye. Êdî her kes      e-mailê, messengerê,  WhatsAppê û tiştên wek wan bi kar tînin û bi ji hev ra dinivîsin.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE