26 april 2020

Ez piştgiriya xortan wek wacibekî xwe dibînim



Mewlûd Oguz: "Apê Zinar, tu taca serê me yî. Ji te û ji bloga te gelekî razî me. Ji ber ku te dem û derfet dîtiye li bernameya me guhdar kiriye û bi ser de jî nivîsiye, ez gelek kêfxweş bûm.
Her hebî, her sax û silamet bî.
Ez tême destê te. "


Min tiştekî zêde nekiriye xortê delal. Yê xwe westandiye tu yî. Te programeke delal çêkiriye û belaş pêşkêşî me kiriye. Min jî mift û belaş lê guhdarî kiriye û jê kêf girtiye.

Dema yek karekî baş dike kêfa min tê û heta ji min tê ez wî karî teqdîr dikim. Dibê meriv keda însanan ji nedî ve neyê, teqdîr bike, teşqîq bike, haya kesên din pêxe. Ev yek ezm û şewqa însên ya kar û xebatê zêde dike. 

Heta ji destê imn tê ez di bloga xwe da, di fb û di twîttera xwe da viya dikim. Bi taybetî jî gava xort karekî bi kurdî dikin ez pir dilşa dibim û dixwazim piştgiriya wan bikim. Ez viya ne wek minetekê, ne wek çêyiyekê, wek wacibekî xwe yê kurdperweriyê dibînim.

Mehmet Salih Bedirxan: Cima´et !  Mamê me Zinarê Xamo jî guh dide @podcastkurdi yê û derbarê podcasta dawî ya rojnamegerê me yê jêhatî Mevlut Oguz de çend kelamên xweş lêkirine. Bloga Mam Zinar bixwînin û ji şîretên wî îstîfade bikin û guh bidin podcastkurdiyê.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE