25 april 2020

Makyaj



Mêrik bala xwe dayê ku lawê wî yê nuh tê xwe û ji bûkekê pirtir çêkiriye û xemilandiye. Awirekî bi tinazwarî dayê û jê ra got:
-Maşala maşala! Kuro te xwe hewqasî xemilandî û tûzikandiye te ji dêka xwe ra tiştek nehîştiye.


Tabût
Sofîyekî pir dîndar ji mele pirsî, got:
-Mele, di merasima cenazeyekî da dibê ez li ku dera tabûtê rawestim ji bo ku xêra wê zêde be.? Gelo ez li rastê wê, li çepê wê, li pêş wê ya jî li paş wê rawestim?
Mele keniya û got:
-Ne di nav tabûtê da be, wekî din qet ne girîng e, tu li ku radiwestî raweste.

Masî û meriv
Masîvan piştî ku masî girt, çengel ji devê wî derxist û vegeriya ser hevalê xwe û jê ra got:
-Tu dizanî, masî û însan wek hev in.
Hevalê wî got:
Çawa?
-Herdu jî bi devê xwe nikanin. Ku devê xwe venekin tiştek nayê serê wan. Çi bela bela tê serê wan, ji ber devê wan e.

Qeza
Li Stenbolê texsî li yekî kal diqelibe, tu namîne ku rebenko bike nanik. Lê di ser da şufêrê texsiyê serê xwe di pacê ra derdixe û bi mêrik da diqîre, dibêje:
-Sûcê te ye, ev bîst sal in ez şufêr im, lê tu carî jî min qezayeke wiha nekiriye.
Kalo li erdê bersîv dayê, gotiye:
-Ez bi dora serî, ez jî ev 80 sal in dimeşim, qezayeke wiha tu carî nehatiye serê min jî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE