24 april 2020

Gerek hedefa me tim hêza dagirker be


Yekî bi navê Celîl Paksoy nivîsa min ya li ser teslîmkirina Resûl Ozdemir şirove kiriye, ji Resûl ra gotiye:

”Te ji bo çi xendek kola û tu revî??? Kê gotibû te xendek bikole???”
Min jî ev bersîva jêr dayê:

”Xwelî li serê te be!
Tu bi dagirkirina welatê xwe, bi wêrankirin 12 bajarên xwe û bi kuştina bi hezaran keç û xortên kurd naqeherî, tu ji tirkan ra nabêjî çi karê we li welatê min heye, tu ji vî xortê êsîr ketiye destê dijmin ra dibêjî çima tu li dijî dagirkeran rabû?”


Seydo Seydo Sihhet xweş mamoste. Adalet ji herkesî re lazim e. Rewşenbîr heqiyê diparêze, ne partî û rêxistinan.

Adem Cinar Lê, li xendeqên li gelîyê zîlan, xendeqên li dêrsim, xendeqên li kocgirî û xendeqên helepçe û û enfalê jî.......!

Bawer Agiri Erê wele xwelî li serê wan kesan be ku dijminên me yên esasî nabînin.
Ta bort eller dölj detta

Rohat Nēçīrvan Birayê Celîl kesek xerab nîne ez bawerim we hevdu şaş fêm kiriye.Silav û rêz
Ta bort eller dölj detta

Celil Paksoy: Pêşi ez pırsek ji te bikim,tu ji ku zani ez jiboy wêranbuna welatê xwe naqeherim ??? 12 bajar bi hêceta xendeka wêran bu, 10 hezar kurd hatin kuştin 2 milyon kurd ji axa xwe derket, we derfetek baş da desti dijmin u tû li ewropa runiştiyi tu dibê bila xort u keçên deh dozde sali herin xendeqade u li hemberi tank u jetên tirka bisekinin ev xeletiyek mezine ji xwe hdp serketibu u kurd 82 wekil'dan hdpê, madem hunê xendeka bikolin jiboy çi hun dikevin hilbijartinê ??? u madem tê bibi sebeba kuştina kurdan jiboy çi tû li ewropayi ??? tu çima keç u kurên xwe naki hedefê tank u jet'an ???


Kadri Özkan Celil Paksoy tu wer welat parêze gelo heta nuha te çi kirîye.tew nebe ji ê kû bona welat canê xwe feda kiribin rêz bigrin.Tu azadî bê bedel nabe

Celil Paksoy Kadri Özkan Azadîya çi em 40 salan paşde çun, ev plana dewletê bu xortên kurda xapandin, here niha li cizirê binêre tirk serketin êdi kes kurdi axaftin nake, herder buye Alâ tirkan, berê xendeka em azadtir bun,u eger xendek nekolaban belki em naha xwedi tiştekban, ki çidibê bila bêje xendek xeletiyek mezin bu u kurdên bakur wêrankir u şikand

Kadri Özkan Celil Paksoy Brayê delal dibe kû kemayak çê bûbe lê nayê mana kû hertişt xelas bûye tekoşîn wê bidûme

Bengin Epozdemir Helal be ji te ra xalê Zinar. Wê kurd kengê fêrî xetên sor bin hê jî ne diyar e.

Zinarê Xamo Celîl Paksot;
Ez jî li dijî xendekan bûm, min çend caran jî rexne kir. Di bloga min da gelek nivîsên min ên li dijî şerê xendekan û siyaseta PKKê ya malwêran hene.
Lê ev yek nabe sebebê ez li hemberî teslîmkirina xortekî kurd yê 23 salî ya Tirkiyê bêdeng bimînim.
Dibê tu ji dêlî xortekî li dijî dijmin serî hildabe rexne bikî, dijmin, hêza dagirker rexne bikî.
Di hemû şer û serîhildanên kurdan da dijminên me hovîtiyên mezin kirine, Kurdistan wêran kirine, bi hezaran kurd kuştine.
Ev hovîtiya dijminên ne me ne mexsûsî şerê xendeka ye, tim wiha kirine.
Di serîhildanên Şêx Seîd, Agirî û Dêrsimê da jî bi dehhezaran kurd kuştin, bi sedhezan kurd surgûn kirin.
Piştî Serîhildana Şêx Seîd yek malbetek mîr, beg, paşa û malmezinên kurd yên welatparêz li Kurdistanê nehîştin.
Wê demê dibê tu Şêx Seîd rex ne bikî, bibêjî çima tu bû sebebê vê malwêraniyê?
Li Îranê farisan piştî têkçûna Komara Kurdistanê bi sedan kurd kuştin.
Xumeynî bi hezaran kurd da kuştin û bi darde kirin.
Li başûrê Kurdistanê piştî têkçûna Şoreşê, Seddam Kurdistan wêran kir, bi dehhezaran Barznî kuştin, Helebçe çê bû.
Ma emê Barzanî û kurdan neheq bikin?
Dijmin ev qetlîam hemû ji bo ku kurdan serî hilda bûn, ji bo ku mafê xwe dixwestin kirin.
Ma ji dêlî Seddam, emê kurdan rexne bikin, bibêjin çima we serî hil da, we serî hil neda Helebçe çê nedibû?
Kurd di serîhildanên xwe da şaşiyê bikin jî bi heq in.
Gava kurdekî ne di fikrê me da, kurdekî meriv li dijî siyaseta wî ye ket destê dijmin dibê meriv wî neheq neke, pê kêfxweş nebe. 
Rexnekirina şaşiyên partiya wî meseleyeke m aya hundur malê ye, gava dema wê hat emê bibêjin. 
Lê belê tu carî bi êsîrketina kurdekî ne ji fikrê me kêfxweş nebin. 
Hebûna tirkan li welatê me ne meşrû ye, dagirkeriye, mafê her kurdî heye şerê wan bike.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE