29 april 2020

Pir dişibiya te


Walî ji bo karekî ji oda xwe derket. Dema vegeriya ji xedemê xwe apê Guro pirsî, got:
-Ma kesî li min pirsî?
Apê Guro got:
-Belê, yekî li te pirsî lê min kir nekir navê xwe negot:
Walî bi mirûztalî di ber xwe da got:

-Miheqeq ewê bênamûsê birayê min be.
Apê Guro got:
-Rast e efendim, çimkî pir dişibiya te.


Do li bavê min xist
Jinikê bi destê lawikê xwe yê biçûk girtibû û diçû bexçê zarokan. Bi rê da rastî çîrana xwe hat. Wê jinikê silav dan hev, li halê hev pirsîn. Bala xwe dayê lawik xwe jinikê kef dike. Ji lêwik ra got.
-Kuro bênamûs, fedî neke, destê xaltîka xwe maç bike!

Lêwik milê xwe hil kir, xwe bi dîya xwe ve kir dêlî û got:

-Naaa, ez maç nakim. Do bavo xwest wê maç bike, qeherî û şîrmaqek lê xist. Ewê li min jî xe.

Dua meke
Yekî parsek ji sofî Şewêş ra got:
-Xêra xwe sedeqeyekê bide min ez ji te ra dua bikim.
Sofî Şewêş çend quruş xist mistê û jê ra got:
-Dua te jî ji min ra nelazim e.
Parsek bi hawakî matmayî got:
-Ji bo çi ?
Sofî got:
-Kuro heger dua te qebûl bibûya tu yê nebûya parsek!

Merkeb
Başçawîşê qereqola gund gundiyan dicivîne û ji wan ra dibêje:
-Gotina “ker” him gotineke qebe ye û him jî ne xweş e. Ji nuha û pê de dibê hûn ji kerê ra bibêjin “merkeb”. Merkeb gotineke kibartir e.

Gundî giş dibêjin, emrê me ji Xwedê, ji nuha û pê da emê ji kerê ra bibêjin merkeb. Ji quncik gavanê gund xwe tevî axaftinê dike, dibêje:

-Qumandar beg tu ji sozên wan bawer neke, bi serê min û te li pey te dîsa ewê bibêjin ker.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE