29 april 2020

Koronayê bîn li însên çikandiye


Hin kes ji bo xwe ji koronayê biparêzin maske didin ber devê xwe, ruyê xwe vedişêrin.

Lê dibêjin koronayê gotiye bira kes bela sebeb xwe maske neke, ez we gişan nas dikim. Min nêt li kê xera kiribe, bi maske be jî ez xwe digihînimê.

Wele ji xwe min û xanimê rojekê jî maske bi kar nanîye, em xwe venaşêrin, lê em xwe ji êrîşê diparêzin, ciyê korona lê em naçinê.


Mihemed Ronahi Wê rojê ez û koronayê li ser nigan axivîn, bû qala te. Ji min re got çend carê bi ber çavê min ketiye lê min ew daye xatirê kurmanciya wî ya reş û xweşbêjiya wî. Vêca tu bi a min dikî ji xwe re di heddê xwe de rûnî û bûraniya mede koronayê. Bila bi te nehese. Hew em û apekî ne jixwe.

Zinarê Xamo Erê bi navê îlahî tu rast dibêjî Hemedo.
Do min ji xanimê ra got, ka em herin bîstekê li markêtê bigerin !
Di bin çavan ra li min nêrê, awirekî tûj da min û got:
-Bi Xwedê tu bitir bûye ! Tu diherî here, ez bi xwe nayêm...
Îro li vir xortekî 22 salî ji koronayê mir, gotibû belkî bapêşê ketiye, lê xelas nebû.
Yanî vîruseke pir qeleş e, bela xwe di kê bide ruh jê distîne. Gerek ez hevza xwe jê bikim.

Mihemed Ronahi Weleh apo em kes nizanin kî beriya kê diçe lê hema kîjan dostê min bi vê mêratê biçe ez ê wî efû nekim tu caran.

Dunya li hemberî koronayê seferber bûye, li dermîn digere, teknîk û ilmê nuh bi pêş dixîne.
Li Tirkiyê û li Kurdistanê, di nava tirk û kurdan da mîzah bi pêş dikeve.
Em bi bêçaretiya xwe dikenin, ew jî baş e, mîzah dermanekî rojhilatî ye. Mîzah êşê, nexweşiyê kêm û tedawî nake, kenê meriv pê tîne.


Berê her kes bûbû gerrokê dinyayê, her kesî dixwest here li dinyayê qulik bi qulik bigere.

Lê nuha derketina ji qulika malê û gera li taxa xwe jî bi destê kesî nakeve.

Me agir kiribû dawa xwe, koronayê balona me xerab teqand


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE