29 april 2020

Nifirên xanimê


Bîna xanima min pir teng bûye. Xeberên li ser kurdan ew kiriye pizot, bûye wek xuya tu bavêjî ji nav êgir da.

Ji vê sê da ye li dinyayê nifiran dike, dibêje madem ji me ra rehetî tuneye, madem emê bindest bin, hêvî dikim korona tofanê li dinayê rake, dawiya dinyayê bîne, bira em û ew tev hev qir bibin. Înşela xerabtir bibe...


Ez dibêjim were wiha neke, zêde nede nav, nifirên te kane qebûl bibin. Dibêje bira qebûl bibe. 

Ez heqasî bi serî da dixwînim, bêdewletiyê daye dilê wê, ji bo ku dewleta wê tuneye, dibê bira hemû dinya bişewite.Carê bi ser dixe hew dawiya nifirên wê tê.

Lê ez jî mexsûs pîj dikim, ji bo ku pirtir biazirînim xeberên xembar, diltezîn yekê li dû yekê jê ra dibêjim. Her ku ez dibêjim tirkan nizanim çi kiriye, ew dîn dibe û dest bi nifiran xwe dike...

Oruç Sural Ez jî bi amojina xwe re me.

Zinarê Xamo Di nav kurdan da hevalên wê pir in. Tiştê jê tê nifir e, wê jî qet texîr nake, heger nifirên wê qebûl bibûna, bi Xwedê ji zû da axirdewr bûbû, Tofana Nûh ra bûbû.

Melayê Silîvî: Xalê zinar, ji kerema xwe re navê xwe bike "xalê şekir" :)

Zinarê Xamo: Pêşniyareke baş e. Sibe çaxa bîna xanima min fire bû ezê jê ra bibêjim pêşniyareke wiha heye, çi dikeve serê te?

Melayê Silîvî: Spas xalê şekir
General Beytar: Apo amoja min mafdar e. Ez heq didim amoja xwe. Xwedê bêhna wê fireh bike û emr kî dirêj bide amoja min.

Zinarê Xamo: Wele ez jî zanim ne neheq e, lê dîsa jî ji nifirên wê ra nabêjim amîn. Çimkî ezê jî tevê herim. Ruh şîrîn e, ez dibêjim hîn zû ye. Lê wê ji zû da ye mirin girtiye çavê xwe; dibêje madem ev dinya ne ji me ra ye, bira ne ji hinekên din ra be jî, bira em bi hev ra mehû bibin...

General Beytar: Ser û binê wî 4 rojên dinê ye, lê van kafirbava tahm di van 4 rojên jiyanê de nehiştin. Hema em ji Şêx Mehmûd Berzencî vir ve binêrin bes ewê iflah nebin. Axa me talan kirin zaroyên me kuştin ne bes vêrgiyê jî ji me digrin. Can çiqas şêrîn be jî; ez dixwazim çi kirin bibînin jî





Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE