30 april 2020

Dûrikên kurdî


-Keçikê digo, ebasoro, ebabetî
Li ser xanîkê mala bavê min raketî
Çi lawikekî bi qedir û bi marîfet î.

-Ebareşo, ebaqîro
Li te çîksipîyo, çira şîro
destê xwe li nava destê mi de
Emê herin ser kaniya dewlê,
emê bikin nimêja nîro.


-Lêwik digo kubarê dînê, li te çavreşê kaniya kila
Li te porsorê daket nava mila
Dû çavê te yî reşî belek ra
Destê xwe navêjim tu paşila, tu paxila.

-Ava bîra me cemidî
Min çi got tu xeyidî
Çi eybika te li dor min dî
Te dest ji min berda
Te yeka xwe ya din dî.

-Ezê bêjim delal ji Talatê heta Sîtê+
Berfê dayê, bi kulî tê
Zanim mala delal ne li vir e
Lê belê wa ye dengê wî tê.

+Talat û Sîtê navê du gundên bakurê Kurdistanê ne.

-Delal, li min keçikê bejinziravê ji xinaman
Li min bisk bi têlê ji perîkê wan neyaman
Yadê dilketina vî lawikî pir şêrîn e
Ez nadim bi bav û biran, bi topa pismaman.

//Ji kitêba Zargotina Kurdên Sûriyê



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE