30 april 2020

Li Tirkiyê dîktatorî heye



Tirkiye  êdî ”de fakto dîktatorî” ye

Tirkiye ji lîsteya welatên demokratîk hat derxistin. Tirkiye êdî di lîsteya welatên otokratîk da ye. 

Li gorî Weqfa Bertelsmann a Almanî, meriv êdî nikane ji Tirkiyê ra bibêje welatekî demokratîk, ”Tirkiye de fakto êdî welatekî dîktatorî” ye.


Li gorî ”Endeksa Guherînê” ya Weqfa Bertelsmann a Almanî hazir kiriye, Tirkiye di nav 137 welatan da di ”statuyê demokrasiyê” da di rêza 77a da ye.

Li gorî raporê, ”êdî meriv nikane Tirkiyê wek welatekî demokratîk” qebûl bike, "Tirkiye êdî welatekî otokratîk e, de fakto dîktatorî ye."

Ev rast e, lê Tirkiye berê jî tu carî ne welatekî demokratîk bû. Do çi bû, îro jî pir hindik ew e.
Hebûna Tirkiyê di lîsteya welatên demokratîk da skandal e.

Welatekî hebûna miletekî înkar bike, ala miletekî, navê welatekî yasax bike, nehehêle zarokên miletekî bi zimanên xwe perwerde bibin, çawa kane têkeve lîsteya welatên demokratîk?

Li Tirkiyê navê Kurdistanê yasax e, ala kurdî yasax e, hebûna kurdan di qanûnan da tuneye,  zarokên kurdan bi zimanê xwe naxwînin, lê Tirkiye welatekî demokratîk e!
Wey tirrrr !
Ewrûpiyan ji bo tirkan miameleyeke taybetî(privileged) dikirin û ew bi rengekî neheq navê demokrasiyê wek pîneyekî bi tirkan ve dikirin. Ev heqareteke li demokrasiyê bû.

Tirk û demokrasî ?

Tiştekî wiha ne mimkûn e, piraniya tirkan her tim faşîst û nazî bûn û îro jî were ne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE