28 april 2020

Sahneyeke diltezîn !

Mistefa Selîmî

Ez nuha di twîttere da rastî sahneya îdamkirina gernasê kurd Mistefa Selîmî hatim.
Kezeba min şewitî.

Min nalet li bênamûs û xayinên ew telîmî celadên Îranê kirin anî. Ev bênamûsî û xiyaneta wan kir ewê tu carî neyê jibîrkirin. Kurdekî 17 salan di zindana dijmin da mabû û fersend dîbû reviya bû xwe avêtibû dexlê birayên xwe yên kurd. Lê kurdên xayin, xwefiroş ew teslîmî celadên Îranê kirin û dan îdamkirin. 

Egîdê kurd li ber sêdarê wek şêrekî li ber xwe dide, kursiyê û çend celadan bi pihînan werdigerîne erdê.


Lê celadên rejîma îslamî ya faşîst bi hovîtiyeke mezin wek kûçikên har lê tên hev û bi lêdan, bi hovîtiyeke mezin ben dixin hustuyê wî û bi darda dikin û dû ra jî serketina xwe bi kêf û şahîyê pîroz dikin.

Ji ber ku sahneyeke pir diltezîn e min nexwest vîdeoyê di blog û malpera xwe da parve bikim. Lê dibê her kurd vê wahşetê bibîne

Vîdeo di malpera facebookê ya ”Bave Djwar Kobane” da heye, kesê bixwaze kane here wê malperê û lê temaşe bike.

Kekê Ahmet Zekî Okçuoglu jî di twîtteke xwe da parve kiriye, hûn kanin ji wir jî xwe bigihînin vîdeoyê.

XXX

Ji zû da bû me li Stockholmê baran nedîbû, şikir ji do êvarî da ye hûr hûr dibare û erd hinekî şil kir. Ne baraneke pir e, lê erd gelkî tî bûbû, kêm be jî tîna axê şikand.

Xanim îro bi min ra dernekt, got ez xwe şil nakim. Yê min kincê min ê baranê heye, min li xwe kir û berê xwe da der. Îro bi qasî her roj negeriyam. Çimkî him bi tenê bûm û him jî baran bû.

Lê dîsa jî zêdeyî saetekê geriyam, ew jî ne xerab e.
Di van rojên koronayê da nabe meriv di hundur da hefsî be, em her roj li dora 2-3 saetan digerin.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE