Di destê min da kitêbeke zargotinê heye. Ez her roj
çarînekê, dûrikekê, beşekî sitranekê jê
diweşînim.
Di arşîwa min da kitêbên wiha pir in. Hin camêran mala wan ava be ji zargotina kurmancî bi hezaran tiştên pir hêja top kirine û bi vî hawî ji mirin û wendabûnê xelas kirine.
Ev kitêba di destê min da ”Zargotina Kurdên Sûriyê” jî yek ji wan berhemên giranbuha ne.
Amadekarê vê berhema hêja kekê Celîlê Celîl e. Di havîna 1982a da gava ji Sovyetê hat Sûriyê û rojavayê Kurdistanê ez li wir bûm. Wek her tim dîsa li dû topkirina zargotina kurdî bû, tiştên folklorîk top dikir, dinivîsî û qedê kasêtan dikir.
Me li Qamîşloyê çend caran hevûdu dît. Em jê ra bûn alîkar, hevalên me jê ra çend kaset dagirtin .
Rojen Barnas (Mehmet Gemîcî) kasêtek kilamên govendê û gorrbihuştê Mehmet Nûrî Madak(Azad) jî kasêtek sitranên dengbêjiyê yên herêma Cizîrê dagirt.
Mehmet Nûrî Madak, ji Cizîrê bû, rêberîya hevalên me dikir, heval dibir û danîn.
Xortekî fedekar, ziravpiling û canfîda bû. Ez bawer dikim di 1984a da li ser hudûd şehîd ket.
Kopîyên kasêta Rojen Barnas û ya Azad (Mehmet Nûrî Madak) li ba min hebûn.
Çendakî berê ez gelkî lê geriyam, min kasêta Rojen Barnas dît, lê min ya Azad nedît. Li ba min e, lê ez nizanim li ku ye. Gelek sitranên xweş tê da hebûn. Meqam û kilamên Cîzara Botan bûn. Hêvî dikim rojekê lê rast werim.
Tiştên kekê Celîlê Celîl ji nava kurdên Sûriyê top kirin, di kitêba ”Zargotina Kurdên Sûriyê” da weşand.
Kitêba ”Zargotina Kurdên Sûriyê”, me di sala 1989a da li Stockholmê, di nav weşanên Jîna Nû da weşand. Ev tiştên ez nuha belav dikim ji wê kitêbê ye.
Di daktîlokirina wê da keda min jî heye. Li komelê me çend kesan nivîsên Armancê û kitêbên me çap dikirin dinivîsand. Mihemedê Hekarî, ez, Ziya Avcî, Nîmet Aydin û hin hevalên din me destnivîs daktîlo dikirin.
Berê kompîtor tunebû, nivîs hemû wek destnivîs dihatin û me jî ew daktîlo dikirin.
Daktîloyeke me ya IBM hebû, ji bo ku em kurdî binivîsin, me ji Îngilteriyê serikên herfên kurdî dabû çêkirin. Yanî me rojname û kovarên zarokan û her tiştê xwe bi daktîloyê dinivîsî.
Berî wê, destpêka 1980î me bi daktîloya tirkî dinivîsî û jumikên herfên kurdî ”ê, î, û” bi qelemê çê dikir.
Lê dû ra bi derketina kompîtorê ra me Kompîtorek ji xwe ra kirî.
Weşanxaneyên nuha kêf dikin, nivîs, risim, hertiş hazir tê dikeve kompîtora wan û ew jî di kompîtora xwe da mîzanpaja wê çê dikin.
Lê di dema me da, heta dawiya 1980î nivîsên rojname û kitêban destnivîs bûn, me ew daktîlo dikirin.
Dibê programek, fîlmek li ser dîaspora û weşangeriya kurdî ya wê demê were çêkirin, dibê nifşên nuha bizanibim 40-50 sal berê me kovar, rojname û kitêb çawa çap dikirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar