17 april 2020

Ez Kurdistaneke serbixwe dixwazim...


Yekî bi navê Selahettîn Soro di Ajansa Mezopotamyayê da gotiye Amerîka dixwaze başûrê Kurdistanê bike cepheya şer û Îsraîla duyem.

Ezê fikrê xwe pir kin û vekirî bibêjim.

Kurdê nexwaze Amerîka alîkariya kurdan bike, kurdê ji bo kurdan dewleteke wek Îsraîl nexwaze, li dijî dewleteke wek Îsraîl be bi baweriya min ne dost e, dijmin e, neyarê kurda ye.


Kî be, navê wî çi be jî ne xêrxwaz û dilxwazê miletê kurda e, bi dev çi bibêje vir e, ji dil hevalê neyar e û dixwaze kurd tim kole û bindes bimînin.

Kurd nuha kanin xwe azad bibin, nikanin, ew tiştekî din e. Ez qala daxwazê dikim. Dibê em dewletê bixwazin, hedefa me ew be. 

Yê ji bo miletê kurd dewletê, serxwebûnê nexwaze, maneya xwe dixwaze kurd ebedîyen bindest û kole bimînin.
Em nikanin dewleta xwe çê kin, ev tiştek e, lê em li dijî dewleteke kurd ya wek Îsraîl in tiştekî din e. 

Ya pêşî em nikanin, ya din em naxwazin.
Kurdê dewletê nexwaze, bibêje ji kurdan ra dewlet ne lazim e, ya jî dewlet xerab e, ya ew kêmaqil e, ya jî merivekî ne paqij e.

Ez Kurdistaneke serbixwe ji dil û can dixwazim û ji bo wê jî dixebitim.

Kî alîkariya me bike mala wan ava be. Em bi tena serê xwe nikanin bi ereb, faris û tirkan. 

Ji bo ku em kanibin ji bindestiyê derkevin dibê Amerîka, YE yanî hinekên xurt destegê bidin me. Hêza me tenê têrê nake, ji me ra dostên xurt lazim in.

Ez ne li dij im tirk, ereb û faris bi rehetî mafê me bidin me, welatê me li me vegerînin ya jî em bi hev ra federasyonekê çê kin. Xwezî tiştekî wiha bikin. Lê nakin.

Hejarê Şamil Mamoste, 3 pirs henin di wir da.
1). Kontrola ajansa Mesapotomya, ANF, bi giştî çapemeniya PKK bi nivî-nivî di bin kontrola MİT a tirka da ye. Yanî mesele kontrolkirinê da PKK û MİT şirîk û nîvekar in.
2). Hemî serkar û îdeologên PKK dijî avakirina dewleta Kurdistan in û bi şêwazekî aktif dijbertî dikin.
3). Selahettin Soro berpirsiyarê PKK ya komarên Sovyeta Berê ye. Dema qetlkirina Sakine Cansiz û hevalên wê mesûlê Fransa û Parîsê bû. Kujerê sê şoreşgerên keç Omer Guney, kadroyê Soro bû.

Zinarê Xamo Di mesela ANFê da şika min jî heye û min jî çend caran ev got. Ji xwe hin kesên merivên dewletê bûn eşkere jî bûn.
Wekî din tirkên çep jî li dijî serxwebûna kurdan in, ne MIT bin jî îdeolojîk li dij in kurd bibin xwedî dewlet.
Axir sebeb çi be, kî îdare bike jî tiştê hatiye gotin neyartiya kurda ye.
Mesela Selahattîn Soro, ez nizanim, ev cara pêşî ye ez navê wî dibihîzim. Belkî jî min ji bîr kiriye.
Lê tiştê te gotiye pir muhîm e !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE