17 april 2020

Nameyek ji hevalên min ên Instagramê ra



Ji zûda ye Instagrama min heye. Feqet ez lê nanêrim, pir kêm riya xwe bi Instagramê dixim. 

Ya rast nizanim xweşikî bi kar jî bînim. Tenê carnan hin fotografên xwe ji telefonê belav dikim. Lê dû ra qet lê nanêrim. Heta nuha min wiha kiriye.

Ji bo ku min baş bala xwe nedayê û her roj lê nanêrim, ez xweşikî fêrî bikaranîna wê jî nebûm. 

Ez her roj bi saetan di facebookê, di twîtterê û di bloga xwe da me. 

Lê ji mehê carê bala xwe nadim Instagramê. Tenê hin forografên xwe belav dikim.

Bîstek berê min bala xwe dayê û bi tirs pê li çend ciyan kir. 

Min dît ku gelek kesan fotografên min şirove kirine, li min pirsîne, silav dane min û ji rism û nivîsên min ra kêfxweşiyên xwe nîşan dane.

Lê heta nuha min yek jî nedîtibû û ji bo wê jî min sipasî kesî nekiriye.


Ji bo ku min bersîv nedaye kesî min şerm kir. 

Ez ne merivekî wiha me, heger bibînim ez tu carî kesî bêbersîv nahêlim.

Hêvî dikim kesê li dilê xwe negire. Bi rastî min nedîbû, min îro dît û sipasî çend kesan kir, lê ne ya gişan. Çimkî him pir in û him jî pir wext di ser ra bihuriye. Belkî hinek ji min xeyidî bin jî.

Bloga min heye, facebook min heye, twîttera min heye, malper, rojname, telewîzyon, vîdeo û gelek tiştên din hene. 

Weleh ez pê ra nagihînim, ez nizanim ezê li kîjanê binêrim û li kîjanê nenêrim.
Wext têra nake. Bixwîne, binivîse, temaşe bike, guhdarî bike, ya sitar, ez bi teyr bim û bifirim jî pê ra nagihînim. 

Belkî hinek çapik in, pê ra digihînin, feqet tempo û timtêla min hinekî giran e. Ya din çavê min jî diêşe, sor be û hêsira dike.

Axir min xwest bi vê nivîsê uzrê xwe ji keç û xortên, ji hevalên Instagramê yên min ew bê bersîv hîştine bixwazim, bira li qysûra min nenêrin. Ev nivîs bersîva gişa ye, hema wer qebûl bikin.  


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE