18 april 2020

Dilê min keçikê gola reqan û beqan


-Roka me hilatî ji aliyê Mûsilê
Bira şewqa xwe neda textê Şebanî,
pozê Dêrikê,
heta mîrata vê Qizilê
Em ranabin heta ro sê qama li me hilê.


-Dilê min keçikê gola reqan û beqan
Birrek malên me bar kirine danîne
li nabeyna herdu senceqan
Şevekê ji êvar da were tevdana sîng û berê min keçikê,
kal û gewr û boz e,
wek mertalek hêyzeranî, tasa ortê bi deq e.

-Delalo, suwarê me suwar bûne di germê da
Berê xwe dane çemê mila bi Tilkermê* da
Ava çemê Tilkermê ne xweş e
Ditirsim sebra dilê min neyê ji wê da.

*Tilkermê navê gundekî ye, li herêma Behdîna ye.

-Xwedêyo, min tiştekî giran ji Te navê
Konekî hevrîşmî li wê navê
Qewlekî ji darçîtên Bûnûsra, (1)
mîkutekî ji mîkutê darên bênavê
Me yê konê xwe vegirta li Xabûrê bagara, li ber avê.

1)Bûnûsra, çemê Nisêbînê
2)Dara bênavê, dareke dermîn jê çê dikin.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE