27 april 2020

Daxwaza axaftina bi kurdî êdî wek daxwazeke ne li rê tê dîtin


Gelî dost û hevalên ezîz, ji kerema xwe twîttên min bi tirkî şirove nekin, ji min ra twîttên bi tirkî nenivîsin. 

Gava kurdek ji min ra bi tirkî dinivîse, ya jî nivîsa min bi tirkî şirove dike ez pê aciz dibim. 

Kî bi tirkî dinivîse bi kêfa xwe ye, lê ez nanivîsim û komentarên tirkî qebûl nakim. 


Yên kurdî nizanin bira twîttên min şirove nekin. Ya jî bi îngilîzî, fransî, almanî, îspanî, îtalî, axir bêyî tirkî, farisî, erebî bi kîjan zimanî dikin min qebûl e Tirkî, farisî, erebî YASAX!

V. Tarhan: Şirovak ... İnsan gava ku pîr dibi heyat dibi çorbe u deri .. hineki behna xwe vedi kalo . Riyek baş bi bermexi .

Zinarê Xamo: Kes ne mecbûr e wek min bijî, wek min bike.Ez aqil jî nadim kesî,nabêjim hutul batil wek min bikin. Tenê dibêjim ez ev im. Yê bi şêla min ne razî ye ne mecbûr e bibe hevalê min. Ez merivekî li dijî asîmîlasyonê me,qebûl nakim kes wê bi min şîrîn bike. Ez zanim ew çi malwêranî ye

V. Tarhan: Me go tü mezinemeyi lazim tü me gişa himbêz biki . Le agir ji deve te deri kalo . Bi xatire te

Zinarê Xamo
: Min tiştekî xerab negotiye. Min gotiye em kurd dibê wek miletên din bi hev ra bi zimanê xwe bipeyivin. Lê tu ji vê gotina min aciz bûye. Diyar e tu zêde di tirkan û tirkîtiyê geriyaye, asîmîlasyonê tesîrek zêde li te kiriye. Oxira te ya xêrê be xortê delal.

Berevajî: Mamo weleh tu hêja yî. Hemû rîspiyên me wek te haydar bûna li ser zimên, nuha em ji tunebûna zimanê xwe neditirsiyan. Lê tu rê li ber me dixî, da ku em jî bikin yên piştî me xema tunebûnê nexwin, bi dilaramî her tiştî bi zimanê xwe bikin.

Zinarê Xamo: Asîmîlasyonê em bêhiş, kerro gêjî kirine. Tu dibêjî em kurd gerek bi hev ra ne bi tirkî, bi zimanê xwe bipeyivin, yek aciz dibe, dibêje, tu rîsipî yî, me got belkî tu şîreteke baş li me bikî, lê agir ji devê te dibare. Daxwaza axaftina bi kurdî bûye tiştekî ne li rê, irqçîtî.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE