Tirkan di nava 200 salî da Kurdistana murefeh wêran û em jî
perîşan kirin; bi hezaran mîr, beg û malmezinên xwedî qesir û qonax û debdebe
bûn ji Kurdistanê koçber kirin û em jî kirin civateke feqîr, belengaz, nezan û
paşdamayî.
Abdula Keskîn gotiye:
”Ibn Hewqel behsa Nisêbîna 940î dike, 1080 sal berê, behsa dehl û rezên wê dike. Dibê “spehîtirîn bajar”. Vêga min fam kir ku “Nisêbîna rengîn” ji kû tê? Dibê, “ava wê ji geliyê şaxê Balûsayê tê ku paqijtirîn devera Nisêbînê ye.”
Ne Nisêbîn tenê, gelek herêm û gelek bajarên Kurdistanê heta 200 sal berê jî
wek Nisêbîna 1080 sal berê rengîn û mufereh bû, bajar tije qesir û konax bûn,
li her bajarekî, li her herêmekê çend mîr û beg û axa û şêxên malmezin, xwediyên
qesir û qonax û xulam hebûn.
Li Cizîra Botan Mîr Bedirxan hebû, xwedî qesir û qonax û havîngehên mezin bûn, xwedî xulam bûn. Zarokên wî bi dadî û mamoste perwerde dibûn.
Kitêbxaneya Bedlîsê |
Heta sedsala 17a jî Betlîs wek buhuştekê bû, bi sedan zana û alimên wê hebûn, bi hezaran kitêb di kitêbxaneya Şerefxan da bû. Di sedsala 16, 17 û 18a da seyahên Betlîs ditîtin şorik ji devê wan diçû, bi rûpelan qala bax û bexçeyên wê yên fêkî dikirin. Lê Betlîs nuha bajarekî xerabe û wêran e.
Li Wêranşarê Îbrahîm Paşayê Millî hebû, ew jî xwedî qesir û
qonax û xulam, navmalî bû. Ji bo xanim û zarokan bax û bexçeyê gerr û seyranê
hebû. Rojê bi sedan kes li ser sifra wî rûdiniştin.
Bexçeyên Hewselê, Amed |
Li Diyarbekrê mala Cemîl Paşa û gelek axa û beg û û mîr û malmezinên weke wan hebûn. Giş jî xwedî qonax û sera bûn, xulam û engbêjên wan hebûn.
Li Hekkariyê, li Wanê, li Sêrtê, li Rihayê, li Semsûrê û li gelek bajarên din mîr û beg û axa û malmezinên kurdan xwedî hukim, xwedê ode û debdebe bûn, kultur û medenîyeteke pêşketî li Kurdistanê hebû.
Amed |
Lê ji Mahûmûdê II. û virda ye, di nava 200 salî da tirkan Kurdistan wêran kirin, tiştek di me da nehîştin û haya me jî ji me tuneye.
Kurd nizanin Cizîra Bota, Nisêbîn, Betlîs, Diyarbekir, Farqîn Wan, Hekkarî, Riha, Wêranşar û gelek herêm û bajarên din ên Kurdistanê 800, sal berê, 500 sal berê, 300 sal berê, 200 sal berê çi buhuşt bûne, kîjan mîr û beg û malmezin lê xwedî qesir û qonax û sera bûne, tirkan di nav 200 salî da hemû ji ortê rakirin, Kurdistan wêran kirin û em jî wek civat, wek milet perîşan kirin, kirin halê parsekên kuçe û kolanan.
Ji bo ku kurd bizanibin tirkkan di nav 200 salî da çi felaket anîne serê me dibê em tarîxa xwe fêr bibin, coxrafiya xwe, bajarên xwe nas bikin, ji bo me û zarokên me bibe fîlmên belgeyî û sînemayê.
Hin dîrokzan dibê di telewîzyonan da bajarên Kurdistanê, dema hukimdariya mîr û begên kurdan bidin naskirin. Tiştekî wiha ewê feydeyeke mezin bigihîne kurdê xwe nas nake û tevgera kurd ya netewî.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar