Xortên nuha kêf dikin, di nav xêr û bêrê da dijîn, kes
tiştekî li wan yasax nake.
Dilê wan çi bixwaze heye, wiya dixwin û vedixwin, Wîskiyê, cixara Marlboroyê û çîkolata di ser serê xwe davêjin.
Kes vexwarina Wîskiyê û Marlboroyê û xwarina çîkolata ji wan ra şerm û eyb nabîne.
Ji xwe çîkolata hewqasî pir û erzan bûye êdî kes naxwe.
Ma di salên 1970î, di xortaniya me da wiha bû?
Xortên nuha nizanin, em hezretiya dubleyek Wîiskî, cixareyeke Marlboro û çîçik çîkolata bûn.
Ji bo xortekî çep û şoreşger vexwarina Whisky, kişandina cixara Marlboro û xwarina çîkolata eyb bû.
Do bi şev di Popkurdê da min piçekî bi henek qala dema me kir. Kenê gelek kesî hat, bi min keniyan. Lê yên wek min pir bûn.
Bibihîstana xortekî çep çîkolata xwariya ew dikirin beyraq û digotin felan kes bûye ”zarokê çîkolatayê bavo…”
Ji xwe li Kurdistanê Whisky, Marlboro û çîkolata jî tunebû, perê merive hebûya jî bi dest nediket, dibê meriv biçûya Anqerê, Stenebolê, li wir bi perakî buha bi dest xista.
Xortekî Apocî carî dîbû hevalekî me cixara Marlboro dikşîne, ev yek di nav xortan da belav kirin, navê me kirin ”partiya Marlborociyan.”
Nuha êdî kes vexwarina Whîskiyê û cixara Marboroyê û xwarina çîkolatayê ji meriv ra şerm nabîne.
Ne ew tenê, nuha her tişt pir û rehet bûye, îmkana her kesî nebe jî, ya piraniyê heye Whiskiyê û Marlboroyê jî vexwe û çîkolata jî bixwe.
Bidestxistina înformasyonê jî pir hêsan bûye. Hemû kovar û rojnameyên kurdî, beyan û belavokên partiyan, meqaleyên nivîskaran giş di telefonekê da belaş di bêrîka xortên îro da ne. Dilê wan xwendina kîjan nivîsê, kîjan kovarê, kîjan maqeleyê, kîjan rojnameyê bixwaze di telefon û kompîtora xwe da belaş dixwînin.
Berê heta me belavokek bi dest dixist çermê eniya me diqetiya, me hezar tahlûke, hefs û zindan digirt çavê xwe. Em ji bajarekî diçûn bajarekî din, me bi dizî dida hev û bi dizî dixwend.
Lê nuha her tişt di înternetê da ye, bi riya medyaya sosyal her tişt li ber destê ciwanên îro ye. Ji bo belavokekê, kovarekê bi dest xin ne hewce ji bajarekî herin bajarekî din, ya telefona xwe derdixin dixwînin, ya jî li mal, li ber kompîtora xwe rûdinin û bêtirs, bi bîneke fireh dixwînin.
Û di ser da jî di eynî wextê da kanin rexne bikin, fikrê xwe bibêjin.
Ma di dema me da tiştekî wiha hebû?
Ji xwe kesî nizanîbû binivîsiya jî. Bi medyaya sosyal ra nivîsandin jî bi pêş ket, êdî her kes baş xerab kane çend gotinan li hev ragire û çend rêzan binivîse.
Înternetê, medyaya sosyal bi civat guhert, kultur û zanîna însanan zêde kir, cesareta medenî bi pêş xist. Em ji van van tiştan mahrûm bûn, em nifşekî di nav tunebûnê û feqîriyê da mezin bûn. Xortên nuha di nav hebûnê da bitir û aşûnê bûne, bi tiştekî nayên serî û nizanin dê û bavên wan çi kişandine û di nav kîjan şertan da mezin bûne.
Dibê meriv carnan ji xortan da qala jiyana xwe bike û şertên berê bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar