Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-01-08
Piştî kar çûm komelê, min ji Zîya Avcî ra nivên Armancê xwend. Hetanî dernegê
şevê em xebitîn.
Nafî telefonî komelê kir. Zîya Avcî pê ra peyivî. Gotiye dema ew li qahwê bûye
5-6 Apocî, Huseyîn Yildirim û Necatiyê dêrsimî jî bi wan ra hatine qahwê, bala
xwe dane Nafî, dûr aji wir çûne.
Ziya Avcî jê ra got, dema tu derdikevî, diherî mal li xwe miqate be.
XXX
1986-01-09
Ez îro jî li ser kitêba Kerîm Husamî xebitîm, min kumikên wê çêkir.
Nîmet Aydin û Osman Aytar hatin mala me. Me xwarin xwar û hinek sohbet kir.
Min ji Fûadê me kartek, rismê herdu zarokên wî û rismekî Berzanê me girt. Ji
min rismekî Cegerxwîn xwestiye. Ev cara duduya ye rismê Cegerxwîn dixwaze. Ezê
jê ra bişînim.
XXX
1996-01-09
Min îro di rojnameya Ozgur Polîtîkayê da xwend, li Stenbolê weşanxaneyeke
bi navê Avesta hatiye vekirin.
Berpirsiyarê wê Abdullah Keskîn e.
Li gorî rojnamê nivîsîye weşanxaneya Avesta ewê bes kitêbên bi kurdî biweşîne. Heta nuha jî çar kitêb weşandine.
Abdullah Keskîn pirr bi îdîa dipeyive û gelek tiştên baş jî dibêje. Ez hêvî dikim ewê vê xebata xwe nîvçe nehêle, bibe serî. Ez jê ra serketinê dixwazim.Ji kurdan ra teşebisên, dezgehên wiha lazim in. Dibê bîrewerên kurd hewil bidin zewq û bala(înteresa)milet ji ser tirkî dagerînin ser kurdî.
Dibê di vî warî da israr bikin.
Çimkî heta bi kurdî neyê nivîsîn kes nikare fêr jî bibe.
Esas muesedeyên(sazîyên, dezgehên)wiha dibê berî komele û partiyan bihatana avakirin.
Xwediyê Avestayê her çiqas di destpêkê da gotiye ewê tenê kitêbên bi kurdî biweşîne, lê dûra kitêbên bi tirkî jî weşandibin, ev yek keda Avestayê kêm û bêqîmet nake.
Avesta, wek weşanxana kurdî ya pêşî bûye gava ewilî, weşanxaneya pêşeng, numûneya îlhamê.
Hebûna Avestayê bûye sebebê gelek weşanxaneyên din vebin û bi hezaran kitêbên hêja li kitêbxaneya kurdî zêde bikin.
Ji bo ku 26 sal berê bîr birin weşanxaneyeke wiha ava bikin, mala Evdila Keskîn, xanima wî Rûkenê û xweşika wî Songul xanimê ava be, ji wan û Vestayê ra temenekî dirêj dixwazim.
Abdullah Keskîn: Pir spas bo gotinên te yên nazik. Du tiştan
dixwazim bêjim; mesela tirkî dibe ku şaşiyek be, min negotiye em tirkî çap
nakin, ji ber ku 96an jî me tirkî çap kir lê me go emê girîngiyê bidin kurdî,
tucaran naxin dereca duyemîn. Û Avesta bi kurdî dest pê kir lê ne weşanxana
pêşî ye.
Zinarê Xamo: Mesela tirkî dibe şaşiyek be, lê ji ber min wer nivîsîbû min
neguhert. Weşanxaneya berî Avestayê kitêbên bi kurdî bi dûzan çapkirine kîjan e
?
Abdullah Keskîn: Me bi kurdî dest pê kir. Ji 91ê ve
weşanxane ava bûn, a me 95 e. Kurdî jî çap dikirin lê kêm.
1988-01-09
Min digot belkî meha berê hesibandine. Nuha perê me tune. Min ji qirêdiya xwe ya PK-Bankê deyn kir. Nuha 3000 kron ketim bin deyn. Meaşê min tu carî têra me nake, ne alîkariya sosyalê be em nikanin debara xwe bikin. Hêvî kar nake, bi xebata şexsekî meriv nikane debara malbatekê bike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar