09 januari 2022

Tirsa tirkan a mişterek

Tirseke tirkan a mişterek heye; rojekê kurd ewê welatê xwe ji wan bistînin û Kurdistaneke serbixwe li kêlek wan ava bikin.

Hin siyasetmedarên tirk vê tirsa xwe eşkere nabêjin, lê hinên wek Erdogan û Bahçelî vê tirsa xwe tu carî venaşêrin, tim eşkere dibêjin.

Û ji bo ku Kurdistan ji destê wan dernekve, ji bo ku li beşekî din jî Kurdistan çênebe çi ji destê wan tê dikin, her tedbîrê digrin, her êrîşê, her qetlîamê mubah dibînin.

Ji bo ku Kurdistan çênebe êrîşî başûr û rojavaê Kurdistanê dikin, bajaran dagir dikin, her roj  agir bi ser serê kurdan da dibarînin, zarokan dikujin, bi çeteyên kirêkirî qetlîaman dikin, terorê ji ser kurdan kêm nakin.

Sebebê dagirkirina Efrînê, Serê Kaniyê, Girê Sipî jî û yê hin herêmên Kurdistana başûr jî ev tirs e, ji bo ku Kurdistaneke serixwe çênebe, ji bo vê wek gurên har gav û saet li dû me ne.

XXX
Ji welatê xwe, ji zimanê xwe, ji qewmê xwe hez bike. Bi kurdî bipeyive, serxwebûnê, azadiyê bixwaze. Ji bindestiya farisan, ereban û tirkan nefret bike. Bindestiya wan koletîye.

Ji dagirkeran nefret bike, nebe dost û hevalê dagirkerên welatê xwe, hevaltiya dagirkeran rûreşî ye, bêşerefî ye.
Dibê meriv nebe hevalê qatilên bav û kalên xwe, qatilên zarokên xwe û dagirkerên welatê xwe.
Nefretkirina ji hêzên dewleta dagirke jî xisletekî şerefê û welatparêziyê

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE