10 januari 2022

Hindik-Rindik bû 15 salî !

Di nava me kurdan da jî êdî bûye adet, xelk rojbûna xwe pîroz dike, haya dost û hevalên xwe pê dixe.

Di vê nivîsa xwe da ezê ne rojbûna xwe, lê 15 saliya bloga xwe Hindik-Rindik pîroz bikim.

Ez tu carî rojbûna xwe pîroz nakim. Çimkî ez nizanim ez kîjan rojê û kîjan mehê ji hatime dinê.

Diya min a rahmetî jî nizanîbû, digot dawiya havînê bû. Lê sal rast e, 1950 ye.

Ez werim ser 15 saliya bloga xwe, Hindik-Rindik.

Erê, Hindik-Rindik bû 15 salî.
Hevalê min ê ezîz Nîhat Saganda 15 sal berê ji min ra ev blog çêkir. Mala camêr ava be, ne ew bûya belkî îro Hindik-Rindik tunebûya, ya jî minê pir derengtir dest pê bikira.

Min nivîsa xwe ya pêşî di 30î îlona 2007a da nivîsî. Wê rojê min du nivîs nivîsîn.

Di sala 2007a, di sê mehan da min 86 nivîs nivîsîne. Wekî din her sal min timî di ser 300 nivîsê ra nivîsîye. Li gorî salan wiha ye:

2007 (86)
2008 (309)
2009 (343)
2010 (306)
2011 (518)
2012 (335)
2013 (364)
2014 (382)
2015 (613)
2016 (644)
2017 (766)
2018 (809)
2019 (800)
2020 (807)
2021 (745)
2022 (20)

Li ser hev heta nuha min 7847 meqale, nivîs di Hindik-Rindik da belav kirine. Ez bawer dikim ev reqoreke mezin e.

Ez blogerê kurmancî yê pêşî me, bi tîraja van nivîsan belkî min herî pir nivîs jî nivîsîne, yanî reqora pirnivîsînê jî ya min be.

Heta ji min hatiye min bi disîplîn hereket kiriye, min xwestiye di bloga min da berdewamî, îstîkrar hebe, her roj nuh bibe.

Helbet ev îstîkrar ne karekî rehet e, min jiyana xwe, wexta xwe li gorî vê eyar kiriye. Rêwîtî, dûriya ji mal ne tê da, di rêwîtiyê da min nabên daye nivîsînî, min her roj miheqeq nivîsek, du nivîs, caran jî sê-çar nivîs nivîsîne.

Li gorî van salên dirêj, vê îstîkrara min,  bi hezaran abone û xwendevanên min tunene, rojê bi hezaran, bi dehhezaran însan riya xwe bi bloga min naxînin. Komentar, (şirove)pir hindik in. Di 15 salan da 1812 komentar hatine kirin. 20 aboneyên min ên daimî hene û rojê li dora 300-400 kesî jî Hindik-Rindik dixwîne, riya xwe pê dixe.

Ev jimar ji bo blogeke 15 salî û her roj nuh(update)dibe pir hindik e, dibê pir zêdetir bûya. Lê li gorî rewşa me kurdan normal e. Belkî bloga herî zêde tê xwendin dîsa Hindik-Rindik e.
Min berê jî çend caran got, bloga min were xwendin, neyê xwendin heta ez sax bim û ez bikanibim ezê binivîsim. Îro qîmeta wê neyê zanîn sibe, piştî demekê ewê qîmeta vê xebata min were teqdîrkirin.

Zemanê berê yekî,(yekê)çend meqale, ya jî kitêbek binivîsiya, kovarek, rojnameyek çend salan derxista deng dida, meşûr dibû.

Nuha her kes pesnê wan dide, dibêjin filan keso hewqas meqale ya jî kitêbek nivîsîye, ya jî kovarek hewqas jimar derxistiye. Yanî li hemberî keda însanên berê em wefadar in, qedir didin ked û xebatên wan.

Ev 15 sal in ez vê blogê didomînim, min 7847 meqale nivîsîne dîsa jî zêde bala kesî nakşîne.

Bi vê yekê ez ne xwe bêhêvî dikim, ne jî xwe aciz dikim. Em wiha ne, kultura me ev e.
Dema tu ne merivê hinekan bî, pişta te tunebe kes ne qala te dike, ne jî kar û xebata te teqdîr dike.

Ji ber ku ez ne merivê tu partiyê, tu hêzê, tu serokî me xebata min ji nedîve tê dîtin, xwîna min bi partiyan, bi zilamên wan tahl e. Ez viya baş zanim.

Ez guh nadim vê yekê, ez ji nivîsandinê, ji zimanê xwe hez dikim û ji bo wê jî her roj dinivîsim.

Belkî tiştê ez dinivîsim ne tiştên zêde ne muhîm in, mimkûn e wiha be. Lê çi be jî axirê ez ne li hemberî dijmin, ne jî li hemberî gelşên me, tu carî bêdeng namînim, raya xwe, fikrê xwe dibêjim.

Sibe gava ez bimirim ezê şopekê li pey xwe bihêlim. Li hemberî zulmê, neheqiyê û dagirkerên welatê xwe ez tu carî bêdeng nemame.
Bloga min, nivîsên min şahidên vê tarîxa min e.

Kesî 15 saliya Hindik-Rindik pîroz nekir, kesî du rêz li ser nenivîsî, min got qenekê bi vê nivîsê ez 15 saliya Hindik-Rondika xwe pîroz bikim.
15 salaiya Hindik-Rindik Pîroz be !

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE