XXX
1986-01-10
Îro me saet di 17.00a da civîna Komîta Karger a Komela Belediya Stockholmê
çêkir. Nebî Bal bû serokê komelê, Firat bû sekreter, Roman bû berpirsiyarê
malî. Ez ji bo berpirsiyariya malî hatim pêşniyarkirin lê min qebûl nekir. Lema
Roman bû.
Çaxa Nebî Bal hevalê me bû ji Wahap Serîn û hevalên wî yên sendîkacî hez nekir,
wer qala xerabiyên wan dikir. Lê nuha ez bala xwe didimê ew û Wahap û hevalên
wî wer bi hev ra ne, di komelê da jî li dijî min e.
XXX
1988-01-10
Komîteya Hevkariyê Hêzên Kurdistanê bi navê ”Rewşa Tevgera Azadîxwaz a Netewiya
Kurdistanê û pirsa Hevkariyê” panêlek çêkir.
Seîd Melle civîn îdare kir. Serokê PASOKê Azad, hevalekî YNKê, yekî HSKê, û ji Partiya
Gel jî Samî Rahman peyivîn.
Li ser pirsa ”dibêjin PKK digre ser gundan, pîrek û zarokan dikujin” Samî
Rahman bersîvek konkret neda, lê PKK parast, kirinên PKKê mahkûm nekir.
Li ser navê KUKa hevalên Dara, Hemê peyivî, got avakirina
Cepheya Kurdistanê ne mimkûn e. Çimkî du xetên cihê hene, yek radîkal e, yek jî
reformîst e. Lema jî ne mimkûn e ev herdu cephe bibin yek. Got, cepheya radîkal
serxwebûna Kurdistanê diparêze, hêzên cepKurdistanê naparêzin.
Sidîq Bozarslan li ser navê TSKê peyivî. Bû pilepila wî, hin tişt gotin lê min
fêm nekir çi dibêje. Bi destan hin hereketên dînomîno kir, min fêm nekir çi
dibêje. Gelek kes dikeniyan.
Seîd Mele got, hetanî nuha hêzên kurd mesela çareseriya kurd di nav sînorên
dewletên dagirker da dîtine, dibê ev siyaset were guhertin, dibê ji bo
Kurdistaneke mezin şere were kirin.
XXX
1996-01-10
Îro saet di 21.15a da em 12 kes emê bi keştiyê herin girava Åboyê.
Emê sibe di eynî saetê da vegerin. Emê vexun û têr bi nezerê(pinîkêrê)bilîzin.
Bilêt Yilmaz (Selîm Bakacê rahmetî)kirîbûn.
Mûrad(Mûrad Ciwan) jî li vir e, ewê jî bi me ra were. Min ji bo sibe îzin girtiye.
Esas perê min jî tuneye, heger min fedî nekira minê bigota ez nayêm.
Åbo giraveke Fînlandê ye, bajareke. Åbo, navê giravê yê bi swêdî ye, bi fînî
navê Åbo Turku ye. Turku, tê maneya ”meydanê”, ”bazarê”. Dibêjin koka gotinê rûsî ye.
XXX
1996-01-10
Mala Mûrad Ciwan wê demê li bajarê Ostersundê bû.
2000-01-10
Merheba ji we ra!
Bi tesadufî du-sê roj berê edresa malpera(sîteya)we bi destê
min ket. Ez gelkî dilşa bûm ku we ev malpera li ser Swêregê çêkiriye. Dema ez
dibînim kurd welatê xwe û bajarê xwe didin naskirin ez pir kêfxweş dibim.
Malpera we gelkî dewlemend û xweşik e. Helbet ji vê xebata
we ewê gelek kes feydeyê bibînin û ji we ra bibin minêkar.
Lê li alî din bi destûra we ez dixwazim hinek rexne(eleştîrî)jî
li we bigrim.
Berî her tiştî ez dibêjim ji bo çi malpera we ne bi kurdî
ye?
Heger em kurd in dibê em bajarê xwe bi zimanê xwe bidin nasandin.
Yekî tirk nayê nakeve malpera we û li Swêreg mêze nake.
Û tu sebeb jî tuneye ku yekî tirk ji Swêregê hez bike û bixwaze li malpera we
binêre.
Yên lê dinêrin ya swêregî ne yan jî kesên ji wê herêmê ne. Yanî kurd in. Piştî
ku wiha ye, yanî malpera kurda ye û kurd lê dinêrin, wê demê ji bo çi bi tirkî?
Bi qasî ku em ji bajarê xwe hez dikin dibê em ji zimanê xwe jî hez bikin û
qedir û qîmetê bidinê.
Loma jî pêşniyara min ew e dibê hûn malpera xwe bikin kurdî. Di vî warî da ez
amade me alîkariya we bikim; bê guman dema hûn bixwzin.
Ya din jî dema meriv dikeve rûpela "gergez"ê ya pêşî
ala(beyraqa) Tirkan wek merşekê derdikeve hember meriv.
Ez wer texmîn dikim hûn swêregî ne û kurd in. Îcar wek swêregî û kurd ji bo çi
we ala Tirkan li malpera xwe xistiye?
Ma hûn mecbûr in vê yekê bikin?
Bala min lê ye dewleta Tirk çiqasî zilmê zêde li me dike, me dikuje û rezîl
dike, em kurd hîn bêtir ji wan hez dikin û ala wan bilind dikin.
Ma ne şerm e?
Tiştekî pir anormal e ku meriv ji zulmkar û qatilê xwe hez
hez bike. Mesela meriv li zarokekî xe, zarok ji meriv hez nake.
Meriv li heywanekî xe,heywan ji meriv hez nak.
Lê tirk çuqasî me rezîl û bêşerf jî dikin em dîsa jî ji wan hez dikin.
Gelo çima?
Û ya din wek usûl jî ne xweş e, ne li cî ye. Dema tu ala Tirkan li malpera xwe
dixî bi milyonan kes aciz dibin, pê diêşin û ji ber vê yekê jî nakevin malperê.
Bi baweriya min hûn wê alê(beyreqê) rakin ewê baştir bibe.
Di warê çand, huner, edebiyat û muzîkî da we gelek tiştên
hêja civandine. Ji ber vê xebata we, ez we pîroz dikim.
Lê tiştê we weşandine giş bi tirkî ne, qet tiştekî kurdî tunye.
Ma li swêregê qet stranek ya jî şiîreke bi kurdî(kurmancî, zazakî)tuneye ku we
biweşanda?
We gelek biwêj(deyîm), gotinên pêşiyan(atasözü)û hin tiştên wek wan weşandine.
Ma di vî warî da qey tiştekî bi kurdî tuneye ?
Ma we "xumxumê torî vana" û stranên wek wê biweşanda ewê kevirê
bibariya?
Mesela wek numûna, Mewlûda USMAN EFENDIYÊ BABIJ bi Zazakî heye. Çima hûn wê jî
wek belgeyeke tarîxî naxin malpera xwe?
Ya din, hin şiîrên rahmetî Faîk Bûcak yên bi kurmancî hene, hûn dikanin wan jî
biweşînin.
Yanî ez dixwazim bibêjim li Swêregê însanan tenê bi tirkî
neafirandine, bi kurdî jî hin tişt xuliqandine.
Dibe ku tiştên bi kurdî ne pir bin, ev rast e, lê hindik be jî hene.
Û dibê hûn wan tiştan jî wek yên tirkî bicivînin û di malpera xwe da biweşînin.
Ev yek ewê malpera we hîn bêtir dewlemend bike.
Ez bi xwe ne swêregî me, ez ji Wêranşarê me.
Bi hêviya ku hûn bi rexneyên min yên dostane neêşin û
malpera xwe bikin kurdî ya jî bi kêmasî wek destpêk hin tiştên kurdî jî biweşînin.
Bimînin di xweşiyê da.
Zinarê Xamo
Not:
Dema hûn bixwazin, hûn kanin bi tirkî jî ji min ra
binivîsin.
2000-01-10
XXX
2013-01-09
Ji Aynur Bozkurt xanimê ra
Merheba Aynur xanim!
Di malpera Zaroknameyê da min li çîroka Keça Kumsor guhdarî kir. Bi qasî min
fêm kir ya çîrokê dixwîne tu yî.
Di çîrokê da hûn qala gur û heft karikan dikin, lê di zargotinê da hûn
lihevanîna "Şengê û Pengê" dibêjin.
Şengê û Pengê du karik in, ne heft in.
We berê qala heft karika kiriye û dû ra jî lihevanîn du karik in.
Ev pîne ye, li hev nake. Çîroka "Şengê û Pengê" di kitêba min
da(Antolojiya çîrokên zarokan) heye. Wisa xuyaye we ji wir girtiye. Heger we ji
wir girtibe dibê hûn bibêjin.
Û çîrok jî bi vî hawî nabe. Varyanata heft karikan û du karikan ji hev cihê ye,
nabe meriv wek pîne herduyan bi hev ve bizeliqîne.
Dibê meriv orgînala wan xera neke û çavkaniya çîrokan jî bibêje.
Gelek silav.
Zinarê Xamo
XXX
2013-01-10
Merheba xwişka Aynur!
Bersîva te ya dirêj û cidî ez gelkî kêfxweş kirim. Ev bersîv nîşan dide ku tu
di karê xwe da miroveka cidî ye. Loma jî kêfa min ji te ra hat û ezê meselê
dirêj nekim.
Min tenê li ser çîroka gur heft karikan(lê min bi şaşî gotiye keçika kumsor, ji
ber ku min li wê jî guhdarî kir)dîtina xwe got, min qala xebatên te yên
nekiriye.
Li gorî min lihevanîna Şengê û Pengê li wê çîrokê nayê, ew çîrok varyanteke din
e û di gelek zimanên ewrûpî da heye.
Lê ya kurdî tim du karik in, li hin herêman navê wan "Şengê û Pengê"
ye, li hin herêman "Edlik û Bedlik" e, li hin herêman "Êlê
Cemêlê" ye, belkî çend navên din jî hebin.
Lê di hemûyan da ne heft, tim du karik in. Loma jî dibê meriv versiyona kurdî
bi zarokên kurdan bide guhdarîkirin.
Gelkî rasttir e meriv çîrokên di nava kurdan da hene bibêje. Dema tunebe meriv
dikane wergerîne. Lê di wergerê da jî dibê meriv tevlihev neke, wek orjînalê wê
bihêle. Bi kêmanî ev dîtina min e.
Kitêba min "Antolojiya çîrokên zarokan" di sala 2008a da ji alî weşanxaneya
APECê ve hatiye weşandin.
Di Antolojiyê da 125 xemîşok(çîrok) hene. Lê gelekên wan di destpêka salên 2000î
da di pêveka rojnameya Ozgur Politikayê, di beşê kurdî da hatin
weşandin.
Ji ber vê hevnasîna me ez kêfxweş bûm.
Gelek silavên biratiyê
XXX
2017-01-09
Ziya Avcî ji soranî gelek wergerên baş dike, bi xêra van wergerên wê haya me ji berhem û şexsîyetên soran çêdibe. Ezê bi nivîsekê van xebatên wî bidim nasîn. Ji bo ku li ser wergerên wî agahiyeke temam û rast bidim min ev e-mail jê ra şand.
Elîşêr merheba!
Nêta min heye li ser xebat û wergerên te nivîsekê binivîsim. Ji min ra nawê
wergerên xwe û weşanxaneyên ew weşandine bişîne, ji bo ku ez qala wan bikim.
Ez li bende bersîva te me. Numra telefona te jî min wenda kiriye, wê jî bişîne.
Zinarê Xamo
XXX
2023-01-10
Merheba xanima kêja ! Tu vê gotinê wiha bibêjî rasttir e. Hawê te gotiye şaş e.
-Kî xemgîniya te fêm neke nikare te şad ji bike -Kê xemgîniya te fêm nekir
nikane te şad bike. Kî fêm nake? -Azad fêm nake. Kê fêm nekir? -Azad fêm nekir
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar