1986-01-11
Îşev şeva Berbangê hebû. Ji bo Berbangê li Folkethusetê
şahiyek çêkirin.
Ez, xanim û zarok bi hev ra çûn şevê.
Bi baweriya min programa şevê qels û bêdûzan bû.
Program du beş bû, yek ji bo zarokan bû, yek jî kulturî bû. Ji bo zarokan
misabeqeyek çêkirin.
Bavê Nazê, Şerefxan(navê din nayê xwendin)jûriya musabeqê bûn. Hin pirs ji
zarokan dikirin.
Lê kesên ne ehlên vî karî kiribûn berpirsiyar.
Bi texmîna min li dora 200 kesî di şevê da hebû.
Min îro dest bi qursa xedemetiyê kir. Bi swêdî jê ra dibêjin "vaktmastare". Lê ev ne wek xedemetiya Tirkiyê ye, meriv li dahîreyeke dewletê karê teknîk û praktîk dike. Karê giran ez nikanim bikim, belkî li dahîreyekê ji xwe ra karekî bibînim. Tunebûna ehlîyetê problem e. Li Swêd dibê ehlîyeta meriv hebe. Pir kêm kes bêehlîyet in.
Piştî mektebê, min û çend hevalan me çû ji ABFê(Federasyona Karkeran a Perwerdeyê)çend kursiyên kevn birin komelê. Kursiyên me tune ne, perê me tune em yên nuh bikirin. Min di anonsê da dît ABF kursiyan belaş dide. Avêtin zahmet e, dixwazin belaş zê xelas bibin.
XXX
1996-01-11
Saet li dora nehê şevê ji keştiyê(botê) hatim mal. Bêxew û
westiyayî me. Min ne ji xwe ra , ne jî ji zarokan ra tiştek nekirî.
Di keştiyê da em ji ser kaxeta ranebûn, tu bigre hema me wer bi nezerê lîst. Ji xwe em ji bo wê û vexwarinê çêbûn. Me xwar, vexwar û bi nezerê lîst.
Gerra me xerab derbas nebû. Di nabêna Mûrad Ciwan û Mistefa(Riza Polat) da minaqaşeyek ne xweş çê bû, lê mezin nebû. Mistefa û Mûrad bi hev ra tîcaretek kirine. Mistefa ji Mûrad bi gazin bû, digot perê min xwariye.Me nehîşt minaqaşe mezin bibe. Mûrad jî zêde dengê xwe nekir. Dûra mesele sakîn bû.
Me xwar, vexwar û têr bi nezerê lîst. Yanî me têr kurmê xwe şikand…
Not:Em 12 kes bûn, lê min navê kesan nenivîsîye. Bi qasî tê bîra min Mûrad Ciwan, Riza Polat, Salim Çelîker, Yilmaz(Selîm Bakaç), Hemîdo Çelîker hebûn. Lê navên hevalên din nayê bîra min.
2001-01-11
Merheba birayê Mihemed!
Berî ku ez bersîva pirsa te bidim, ji nuha da çavê we ronî
be, Xwedê ji we ra bihêle!
Koka "sarya" ya etîmolojîk ez baş nizanim. Bes bi qasî ez zanim û çavkaniyên min lê mêzekirin, min SARYA nedît, lê Sara ya jî Sarê
heye.
"SARA", gotineke ya bi Îbranî ye ya jî Erebî ye. Ewê di Tewrat û
Încîlê da hebe. Navê jina Hz. Îbrahîm Sara bûye. Dikane navê gulekê be jî. Bi
Swêdî jî navê jinan Sara heye. Dikane bi Almanî jî hebe. Tu dikanî li Almanî jî
binêrî. Bi Kurdî(kurmancî) jî Sarê ye. Lê Sara jî heye.
Bêyî van herdu varyantan, Zahrê jî heye. Lê Zahrê ji gotina
"zerya" yanî ji "derya" yê(denîz, bahrê) tê û ew jî
gotineke Pehlewî -Kurdî ye.
Dîsa Ferît Develîoglu di Lûgata xwe ya Osmanî-Tirkî da
dibêje Sara gotineke Farisî ye û maneya wê jî:
"Hîlesîz, katkisiz, Anber î sara: hîlesîz, katkisiz, anber e.”
Yanî, bêhîle, xurrî. Ember madeyeke jê parfum, lewante tê çêkirin. Kehrîban jî
heye, kevirekî belkî ji zêr jî bihatir e.
Di vî warî da tiştê ez bibêjim ev in. Ez ji te ra du
malperên kurdî dişînim, di wan da jî gelek navên kurdî hene, tu dikanî ji xwe
ra lê mêze bikî.
Bi silavên dostaniyê
Zinarê Xamo
Not: Mihemed kî ye, paşnavê wî çi ye nizanim, min nenivîsî ye.
XXX
2019-01-11
Ji Dr. Eser Çetîn ra
Dr. hêja, tu dibêjî çi, ma ez û xanima xwe, em derziya
Coronayê li xwe xin ya na? Tu çi dibêjî? Nuha em baş in. Li Swêd dest pê
kirine. Lê me hîn biryara xwe nedaye.
Camêr bersîv da min, got ez pêşniyar dikim here li xwe xîne. Derziya Swêd jî baş e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar