11 januari 2022

Qîmet

 Xort ji keçika ewê pê ra bizewiciya pirsî:

-Delala min, nabêna te û pera çawa ye, tu qîmetê didî pera ya na?

Keçikê got:

-Na wele ez qet qîmetê nadimê, hema çer dikve destê min, ez tavilê xerc dikim û jê xelas dibim.

Xort got:

-Wê demê dibê ez li perê xwe miqate bim, teslîmî te nekim.

 

Bêhnvedan

Senatorê amerîkî axaftina xwe pir dirêj kir.

Hevalekî wî jê pirsî:

-Ma tu newestiya? Dixwaze hinekî bîna xwe vede.

Senator bi rûkenî got:

-Na, ez newestiyame.

Hevalê wî got:

-Ê wê çaxê emê herin bîna xwe vedin, tu axaftina xwe bidomîne.

 

Dizî

Mêrik bi hêrs ji xanima xwe ra got:

-Felat dîsa ji cuzdanê min pere girtiye.

Jinikê dest bi parastina lawê xwe kir, got:

-Wer mebêje, tu çi zanî ne ez im ?

Mêrik dîsa bi hêrs got:

-Na ez zanim ne tu ye, ew e. Heger tu bûya, te yê qurişek jî tê da nehîşta. Çimkî dema tu dest davêjî cuzdên tu vala dikî.

 

Wek her kesî

Tuxtor ji pirsên nas, dost û hevalan ên di cimatan da, li derên misaîd û nemisaîd êdî bêzar bûbû. Rojekê li bajêr dîsa nasekî wî ew da sekinandin û jê ra got:

-Tuxtor, dema tu bi bapêşê dikevî(zekemî dibî) tu çi dikî?

Tuxtor hêrsa xwe neda der, got:

-Ez ? Wek her kesî ez jî dipişkînim û dibênijim.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE