11 januari 2022

Sipasiyeke ji dil ji dilxwaz û xêrxwazên min ra !

Hin heval, nas û dostên min serê salan e di medyaya sosyal da min taqîb dikin, her sibe ew jî bi min ra şiyar dibin û nivîsên min diecibînin. Hinekên wan bûne hevalên min ên rojane, destên wan ji min ra tim li hewa ye.

Mala wan ava be, ev çend sal min bi tenê nahêlin, her roj dûrik, pêkenîn û piraniya nivîsên min diecibînin.

Ji ber ku navên gişan nayê bîra min, ez navan nebêjim, lê sipasiya hemûyan dikim. Mala gişan ava be.

Bi hevaltiya xwe, bi ecibandinên xwe, bi komentar û rexneyên xwe hûn min dilşa dikin, eşq û zewq û enerjiya nivîsandinê bi min ra zêde dikin.

Hûn her hebin, silav li we gişan.

 

XXX

 

Mihemed Sanrî ketiye odeyeke sohbetê, qey wî jî xwestiye çend gotinan bibêje, ya jî çend pirs bike.

Camêr poşman bûye, revîrevî revîya ye. Di twîtta xwe da dibêje "tobe !", careke din ewê riya xwe bi wan odeyên berradayî nexe.

Ez cara neketime wan odeyan û nizanim li ku ne û meriv çawa dihere ba wan.

Lê ji ber ku min nav û dengê wan odeyan bi nebaşî bihîstiye û ez kurdên me jî hinekî nas dikim, lema riya xwe bi wan odeyan naxim, serê min vehesiyayî ye.

Ne digerim li derên kaş, ne jî dibînim xewnên fahş.

Dûro bi nûro !

 

XXX


Li gor lêkolîna Gallupê(Şîrketa Lêkolîna Global) li dinyayê di nav 44 welatan da tirk merivên herî reşbîn, herî nebextewar, herî pir ji canê xwe bêzar tirk in. Yanî psîkolojiya tirkan ji ya afganan jî xerabtir e. Lê tirk dîsa jî dev ji piştgiriya Erdogan bernadin.

Hêvî dikim ev milet li kurtêlek nanê kufikî bihesile û ew jî bi desta nekeve.

 

XXX

Hin heval û dostên min serê salan e min taqîb dikin, her sibe ew jî bi min ra şiyar in û nivîsên min diecibînin.

Mala wan ava be, ev çend sal min bi tenê nahêlin, her roj dûrik, pêkenîn û piraniya nivîsên min diecibînin.

Ji ber ku navên gişan nayê bîra min, ez navan nebêjim, lê sipasiya hemûyan dikim. Mala gişan ava be.

Bi hevaltiya xwe, bi ecibandinên xwe, bi komentar û rexneyên xwe hûn min dilşa dikin, eşq û zewq û enerjiya nivîsandinê bi min ra zêde dikin.

Hûn her hebin, silav li we gişan.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE