12 januari 2022

Çend rêz ji bîranînên min -6-


Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


XXX
1986-01-12

Îro hinekî nerehet im, bi bapêşê ketime. Bîstek berê ez, xanim û zarok bi hev ra çûn lopmarkanada, mazata tiştên kevn a taxa me. Me got yekşem e, him em bi zarokan ra ji hundur derên, him jî bîstekê bigerin. Min ji mazatê tabloyek kirî.
Êvarî hetanî derengê şevê min xwend. Nuha ez nivîs û kitêbên li ser edebiyatê dixwînim.
Însan her ku dixwîne bi kêmsaî û nezaniya xwe dihese. Ji bo ku meriv kanibe rêzekê binivîsînê, bi kêmasî dibê meriv hezar rîzî bixwîne.


Gava meriv tiştekî nuh fêr dibe pir xweş e, meriv pê baqiltir û zanatir dibe.
Ez û Mahmûd Kîper emê sibe li Odenplanê hevdu bibînin û li ser rewşa Serdar Karataş bipeyivin.

XXX
1996-01-12

Du malbatên kurd(du bira)li bajarê Åsele bi zorbatîyeke mezin girtin û şandin Tirkiyê. Herdu malbat, çar mezin, deh jî zarok in. Herdu bav û lawekî mezin reviyan, lê yên mayî bi zor li balafirê kirin û şandin Tirkiyê.

Di dema şandinê da şêniyên bajêr ji bo ku şandinê bisekinînin pir li ber xwe dan, fedekariyeke mezin nîşan dan.


Hevalên zarokan bi pûlisan ra li hev xistin, xwestin şandina wan bisekinînin. Lê liberxwedana wan pere nekir. Pûlisan bi şev ew girtibûn.

XXX
1999 (tarîx min şaş nivîsîye, roj û meh tune)

Wek min texmîn dikir serokên her sê şirîkên hikûmetê; Ecevît, Bahçelî û Yilmaz piştî heft seet û panzde deqîqa bi hev ra peyivîn, bi hev şêwirîn, biryar dan ku dosya îdama Evdila Ocalan neşînin meclîsê, li ba serrokwezîr bidin sekanindan.

Li gor Ecevît ew mecbûr in daxwaza Mahkima Ewrûpa ya Mafê Însanî bicî bînin.
Lê Ecevît di axaftina xwe de tiştekî got, ”heger rêxistina terorê û hevalbendên wê vê biryara me wek zeafîyetekê nîşan bidin û li hember me bi kar bînin, emê tavilê vê biryarê ji navê rakin û dosyayê bişînin meclîsê.”
Yanî dixwazin saxiya Evdila Ocalan li hember PKKê wek qozekê bi kar bînin.

XXX
2000-01-12

Pûlisê alman îro avêt ser rojnameya Ozgur Polîtîka û lêgerandinek kirin. Ji min ra hinkî înteresant hat, çimkî li Almanya zû bi zû tiştê wiha nabe ya jî dibê nebe.


Di xeberan de gotin pûlis sebebê lêgerînê têkiliya bi PKKê re
nîşan daye.


XXX
2014-01-12

Xanimeke bi navê Sorgulê, ji min pirsî ye, gotiye, ” Hûn kîjan pirtûkê pêşniyarên min dikin mamoste?”
Min ev bersîva jêr dayê:

”Merheba Sor Gul xanim !
Weleh ji bo min gelkî zahmet e bibêjim vê ya jî wê kitêbê, çîrokê ya jî romanê bixwînî. Xwendin mesela înteresê û hezkirinê ye, tu ji kîjan beşê edebiyatê (çîrok, roman, bîranîn…)hez dikî wiya bixwîne.
Nivîskarên jin ya jî mêr ew jî girêdayî hezkirina te ye. Ji bo min ya herî muhîm xwendina berhemên bi kurdî ye.
Tirkî nexwîne tu çi dixwînî bixwîne, te jê hez nekir, berhem neket serê te, zorê nede xwe, wê deyne û dest bi yeka din bike.
Bi dîtina min dibê meriv bêdilê xwe tu berhemê nexwîne. Gelek silavên biratiyê”

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar